Ahmet Agilday ê 30 salî, li Hesenkêfê şivantîyê dike. Mêro ciyê xwe li ser serê zinarekî danîye û di vê demsala havînê de nîhaye dêya felekê, xewek ji xewa padîşahan şîrîntir dike.
Ahmet Agilday ê ku bala tûrîstan jî kişandiye ser xwe, navê cîyê xwe kiriye “Zinar Palas” û ji çapemenîyê re gotiye ku “Kêf kêfa min e, bayê hênik li şav şeqê min dixe û xema min ne tiştek e. Dinya jî xira bibe ji min re hêç e ellawekîl” û ling davêje ser ling.
Werhasilî kelam, „Zinar Palas“ di xizmeta we de ye kaka. Kesên ku bixwazin şevek ji şevên havînê, li Hesenkêfê li Zinar Palasê razên û bixwazin bayê hênik li nav şeqê wan xe, bela serî li xwedîyê Zinar Palas şivan Ahmet Agilday xe wesselam….
Nûçe:
Remezanê Xerzî(Lotikxane)
Nûcheyek guhertî û xweshhenek…Ger ez herim Hesenkêfê ez ê serîyekî li Zinar Palasê xim.\r\nSipas û silav