Gul guhertinên destûrê pejirand
Serokkomarê Tirkiye abdullah Gul îro, guhertinên ku parlementoyê dixwest di destûra bingehîn de bike pejirand. Piştî ku serokkomar guhertinên di desturê de hatîn kirin qebûl kir, prosesek nû destpê dike. Ji ber ku di parlementoyê de ev guhertin di bin 367 dengan û li ser 330 dangan hatibûn qebûl kirin, serokkomar dê ji bo erêkirinê van guhertina bide dengdana gel (referandum).
Lê partiya CHP-ê xwe amade dike ku van guhertina bibe dadgeha destûrî ji bo ku ew guhertinên parlementoyê û serokkomar qebûl kirîn bêne iptal kirin. Lê dê demek nezik de demê dengdana gelerî jî bête kifşkirin. Veca baş naye zanin gelo eger CHP-ê serî li Dadgeha Destûrî bide , wê helwesta vê dadgehê çi be? Yan jî heta referandum neyê kirin, wê CHP bikaribe serî li Dadgeha Destûrî bide? Herweha di vî warî de hinek pirsgirêk hene.