Polîtîk

Berhem Salek li Hewlêrê pêşwazî li Molî Fî

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li Molî Fî endama civata parastina emniyeta netewiya Amerîkayê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê yên di warê cuda de hatin behis kirin.

Serokê hikûmetê di axaftina xwe de got ku hevkarî û alîkariyên Amerîkayê yên di hemû waran de, bi taybetî di warê avadankirin, perwerde û geşepêdana jêrxaniya Kurdistanê gelek giring e. Salih got ku asayîş û aramiya herêma Kurdistanê, ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên siyasî û bazirganî bi Amerîkayê re derfetek baş e.

Herwesa di dîdarê de behsa xebatên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê tên kirin, hat kirin û di vê çarcoveyê de serokê hikûmetê got: ”Kurd dixazin di çarçoveyê destûr û berjewendiyên hevbeşên hemû gelên Îraqê de kar ji bo pêkanîna hikûmeta nû bike. Hemû lîste beşdariyê di hikûmetê de bikin û bi awayekî rasteqîne beşdariyê di biryarwergirtinê de bikin.

Serokê hikûmetê got ku pêwîste gelên Îraqê ji vê qonxa hesas derbas bibin û hemû alî bi riheke berpirsiyarî û niştimanî kar ji bo pêkanîna hikûmeta nû bikin ku xizmete tevaya pêkhatên Îraqê bike.

Back to top button