Piştî hewldana darbeya leşkerî li Tirkiye pêvajoyek nû destpêkir. Bi dehê hezaran insan ji karê wan hatin dûr xistin, bi dehan sermayadarên mezin hatin girtin û dewletê dest danî li ser kar û sermaya wan, bi hezaran efser û polis ji kara hatin avêtin.Bi sedan dibistanên taybet hate girtin. Deriyê 17 zaningeha hate girtin Bi dehan televizyon û bi sedan rojname û kovar hate qedexekirin.Kurtahî her tişta ku behna hevalbendiya cemaeta Gulen jê werê ji hole tê rakirin û ji dezgehên dewletî tên dûr xistin..Eve 40 salin cemaeta Gulen di nava dewletê de cih dibe. Ev cemaet xwedî sermayek taybet bû. Medya Tirkî di destê vê cemaetê de bû. Bi hezaran endamên wan di nava dewletê de di cihê biryarê de bûn. Hukumeta AKP niha karê 40 sala hatî kirin hewldide ku mehekî de safî bike ji holê rake.Lê ev yek ne hesaniye. Hukumeta AKPê bi xwe li gel Cemaetê hevkariya herî berfireh kir û rê da ku ew di dezgehên herî hesas yên dewletê de cih bibin. Bi awayek din AKPê hêlûna wan di nava dewletê de xweştir kir û bi biryarên dayîn rê vekir ku endamên cemaetêdi cihên herî bilinde de cih bibin.Hêja hevalên vê cemaetê di nava AKPê de jî gelekin hinek ji wan berpirsin û nêzikî Erdogan bi xwe ne jî. Lê dema pêwist ev cemaet dikare xwe veşêre û rûyê xwe biguherê. Ev taybetmendiyek ya endamên cemaeta Gulene.Fethullah Gulen hêja hukumetê tehdît dike û dibêje dê 20 rojên pêşiya me de yanî di meha Tebaxê de gelk tişt bêne guhertin. Tên guhertin yan nayên guhertin, şerê navbera cemaeta Gulen û hukumetê de heyî, rewşek nû li Tirkiye peyda kiriye.Dewlet ji nûve tê dizaynkirin. Di vê pêvajoyê de rewşa kurda çiye? Kurd çi dikin û ji hemûyê girîngtirîn kurd çewe dikarin di vê rewşê de berjewendiyên xwe yên netewî bidin pêş û di bin van guhertin û rewşa taybet de neyên perçikandin.Helwesta PKKê kifşe. Şerê xwe li dijê hukumetê berdewam dike. Gelo Cemaeta Gulen çikasî feydê ji êrîşên PKKê yên di rojame dibîne . Ev yek pirsek dine û cihê nirxandinek taybet e.Li Bakurê Kurdistanê hemû partiyên kurd li dijê hewldana darbeya leşkerî derketin. HDP jî li dij derket. Lê PKKê da xuyakirin ku , ew di vî şerî de ne alîne. Başe pratika PKKê çi dibêje?Gelo di vê dema dewlet ji nûve dizayn dibe û hinek guhertinên bingehîn çêdibin, kurd nikarin bejewendiyên xwe yên netewî bidin pêş û feydeyê ji vê yekî bibînin.? Ji xwe ya herî girîng ewe ku ev yek bê kirin.Ji aliyek din ev rewşa nû peyda bûyî, siyaseta hukumetê ya navxwe û herweha ya herîmê de jî hinek guhertinên bingehîn pêyda dike.Ev yek jî bivê nevê bi awayekî bandora xwe dê li siyaeta kurda bike.Eger aliyên siyasî Kurdistanî berjewendiyên xwe yên netewî bingeh bigrin û bûyerên rûdide binirxînin dê di siyaeta xwe de serkeftî bin û ev yek rê dide ku her guhertinên çêdibin bi awayekî kurd feydê jê bibînin. Yan jî dê zerera herî kêm bûyera derbas bikin.5.8.2016Dara Bilek