
Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvînekî de gotiye: “Em li Rojava dewletek demokratîk ava dikin, nek dewletek nejadî. Serdema dewleta netewî derbas bûye. Ewropa bi milyonan Euro bo rakirina sînoran xerc kiriye.” Muslim di beşeke din a axavtinên xwe de daye xuyakirin: “Çendîn welat hene ku hewl dane xwe ji dewleta netewî rizgar bikin û kar li ser sîstema yekgirtinê (federalî) bikin, bi taybet Şahenşahiya Yekgirtî ya Brîtanya û Îspanya ku pirsgirêkên Skotlenda, Îrlanda û Herêma Baskê hene.” Hevserokê PYDê destnîşan kir, ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bin û got, hêj Hikûmeta Sûriyê mafên Kurdan li wî welatî nas nekiriye. Salih Muslim da zanîn: “Desthilata Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed mafên Kurdan nas nekiriye. Pêwîst e mafên Kurdan nas bike. Em hewla cudabûnê nadin, belku mafê Kurd di Sûriyeyeke demokratîk de ye.” Eger Muslim tiştek din bigota tuzek xerîbî lê hebû. Muslim behsa serxwebûna Kurdistanê bike yan jî behsa mafê netewî yê Kurda bike dê bihayek hebê ku bibe nûçeyek.Lê Muslim û îdeolojiya temasil dike, dijitiya serxwebûna Kurdistanê ji bo xwe kirine erkek sereke. Tiştên Muslim û mamustayên Muslim dibêjin, “Dewleta Netewî“ Ev gotin di lîteratora siyasî de tuneye.Ji aliyek din mirov dewletê layiqê miletê xwe nebîne lê ji bo milet din doza dewletbûnê bike, xweliseriya mezin ewe. Muslim û siyaseta ku Muslim dike ev e. Muslim bi xwe nizane çi dixwaze û doza çi dike. Dijitiya ragihandina dewletek Kurdî mirova dibê cihek din. Muslim jî li wî cihiye..