Guhertin di van 3 mijaran de nebe çênabe!

Endamê AKP’ê Mehmet Metîner diyar kir ku divê di AKP’ê de di 3 mijaran de guhertin çêbibin. Metîner destnîşan kir ku ev guhertin tenê bi rêxistinbûna partiyê ve girêdayî ye û ev ne guhertina ku gel dixwaze ye.
Nivîskarê Yenî Şafakê û endamê AK Partiyê Mehmet Metîner derbarê guhertina AK Partiyê ya ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser neket de got: “Guhertineke tenê bi rêxistina partiyê ve sînordarkirî ne guhertineke ku milet bixwaze.”
Metiner dibêje:
- Di partiyê de guhertin.
Piştî MKYK(Konseya reveberî û Biryardana Nawendî) ku di kongreyê de bê diyarkirin, guhertina navendê wê guncawtir be.
- Di Kompleksê de guhertin.
Pêwîst e ku ji desteyan bigire heta şêwirmendan, burokrasiya kompleksa civakî bi awayekî radîkal li ber çavan re derbas bike.
- Di kabîneyê de guhertin.
Helbet dema têgihiştina guhertinê li vir bi têgihîştina guhertina di nava partî û kompleksa civakî de be, wateyek mezin diafirîne.”


