Cîhan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê li ser pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Êvariya îro Înê li bajarê Ebû Dabî Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan pêşwaziya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtineke dostane de peywendiyên Îmarata Erebî li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û her wiha li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina têkeliyan di warên aborî, bazirganî û hevkariyên enerjiyê de kirin û derfet û warên veberhênanên Îmarat li Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên jêrxana û projeyên geşepêdanê de gotûbêj kirin.

Derbarê rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê de, her du aliyan li ser giringiya karkirina hevbeş û hevkariya hevbeş û giştalî ya welatan ji bo parastina aştî û aramiyê û nehiştina zêdekirina kêşeyan hemfikir bûn.

Her du serokan her wiha behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gel welatên cîran û navçeyê, guhertina avhewayê û encamên wê û çendîn mijarên ku her du alî hene hatin gotûbêjkirin.

Back to top button