Li Moskowa ya paytexta Rusya şahiya Kurdî ku ji aliyê Grupa Mîr Esedî ve hate pêşkêş kirin karîn bigihin asta dawî û pileya Pêncem li Olimpiyadê da mîsoger bikin û şahî û govenda Kurdî bi gelek neteweyên cûda cûda li Olimpiyadê de dane naskirin.
Hêjayî gotinêye festîval û olimpiyada cîhanî ya govenda 2014 li Moskowa ya paytexta Rusya ya Federal bi beşdariya govenda Kurdî li 29 nîsanê heta 11 ê gulanê berdewam dibe.
Govenda welatên Rojhilata Navîn de Kurdistan li nav 20 dewletan de karî pileya 5 bi destbîne û bibê yek ji govend û şahiya balkêşên cîhanî ya govend û şahiyê.