
Yehya Rehîm Safewî Fermandarê Îranî li hevpeyvîneke taybet de da zanîn ku dewleta Qeterê di derbarê Suriyê de 5 milyar dolar alîkarî daye Tirkiye.
Yehya Rehîm Safewî Fermandar û Şêwirmendê Leşkerî yê Seyîd Ayetullah Elî Xemeneyî Serokê Îranê da zanîn ku dewleta Qeterê di derbarê Suriyê de 5 milyar dolar alîkarî daye Tirkiye. Her wiha Erebîstana Suudî û dewleta Qeterê ji bo Suriyê tevlîheviyê bikin heta niha 30-40 milyar dolar pere xerc kirine. Her wiha Fermandar dibêje dewleta Qeterê bi tenê carekî 5 milyar dolar pere alîkarî daye dewleta Tirkiye.
Berdewamiya axaftina xwe de dibêje Amerika, Tirkiye, Erebistana Suudî, Qeter û dewletên Ewrupî hewldan ku Beşar Esad birûxênin lê belê nekarîn serbikevin û Îran di vî derbarî de serkeftineke mezin bi dest xist.