Serokê PDK-S : Dema Şer Hebe Çawa Hilbijartin Bêne Kirin?

Her sê kantonên li Rojava hazir dikin ku di demeke nêzîk de hilbijartinan bikin. Jibo vê armancê, komîsyonên taybet hatine afirandin û karên wan jî berdewam dikin.

Hevserokê PYD Salih Mislim ragihand ku ew wek PYD amade ne ku beşdarî hilbjartinan  bikin.

Lê, Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye (PDK-S) Siûd Mele, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de dibêje, şerta hilbijartinan li Rojava tuneye.

“Dema li erdê şer hebe wê çawa hilbijartin bêne kirin? Yên ku çek di destê wan de ye, vî tiştî li ser gel farz dikin. Loma jî em beşdarî li hilbijartinan nakin”

Mele herwiha dibêje, hîn li Rojava hêzên rejîmê hene, loma jî ne karê aqil e ku behsa hilbijartin bêne kirin.

“Li li Qamişlo û Hesekê rejîm heye û seyrete li ser gel dike. Di van şer û mercan de, di  bin sîya rejîmê de çawa hilbijartin pêk werin?”

 

Nerîna min :