Ji bo çi Ereb dixwazin ji Kurdan cuda bibin?

Handana Malikî û hinek desthilatdarên Ereb ji bo cûdabûna ji Kurdan li dor hizra pîsporekê siyasî ji ber eqliyeta wan ya olî û tayfî ye û wan bawerî bi sîstemê hukimraniya demokratî nîne an ku kultura dîktatorî û takrewî li ser hizra wan da zale. Dîsan mamostayekê zanîngehê dibêje: Ev çende hewldane bo mana kesatiya Malikî li ser desthilatê û ladana Kurdan ji armanca serekî û mijûlkirina wan, roj bi rojê reftarkirina Kurdan di gel eqliyeta Erebî bi zehmetir lê tê.

Endamekê pêştir yê Parlemenê Kurdistanê û çavdêrê siyasî dide xuyakirin ku piraniya aliyên Iraqê yên Erebî bawerî bi demokrasiyê nebûye û hêzên tayîfîne.

Îhsan Amêdî got: Iraqa nû piştî ruxandina rejîma dîktatoriya Saddam, li ser bingeha demokratî û federalî û Parlemenî ava bûye û tenê hêzên siyasiyên Kurdistanê û hindek pêşkeftin xwaz yên Iraqê bawerî bi demokratiyetê û federaliyetê hebû ewên din hêzên olî û tayîfî bûn û bawerî bi sîstemê hukimraniya demokratî nebû.

Her dîsan Amêdî diyar dike ku kulturê demokratî li Iraqê nîne tenê kulturê dîktatoriyetê û takrewî heye ji ber hindê hêzên ayînî bêhn frehiya demokratî nîne û hewl didin desthilat li Iraqê bimîne di destên wan tenê da û ji ber ku Herêma Kurdistanê bûye û qewareyekê neteweyî Kurdî yê bihêz nikarin zêdegaviyê li ser bikin. Ji ber vê yekê hez dikin li vî sînorê heyî ya Herêma Kurdistanê cuda bibe daku bi keyfa xwe desthilatdariya takrewiya xwe li ser Iraqê bisepînin û hukimeta Şî’e mezheb danin. 

Her wiha navbihurî dibêje: Nemaze ew dizanin tenê Kurd dikarin beranber merem û hezên wan yên ne rewa birawestin. Dûr keftina Kurda dê rê li beranber wan xweş bike ku hewl bidin nexşê xwe bi cîh bikin.

Dupat jî dike ku li ser astê navçeya rojhilata navîn ne ya bi sanahî ye ew derfet bi wan bête danan û tê çaverêkirin Iraq bikeve di nav gêleşoka şerekê tayfî yê demdirêj da Iran û Şî’e li aliyekê û Sunne bi dewlet û rêkxirawên xwe ve li aliyê din û di encamê da dê ziyan bi hemî aliyan bikeve û dê bibê egerê dabeşbûna Iraqê bi rengekê tayîfî.

Her dîsan mamostayê zanîngehê Hişyar Se’îd amaje bi wê çendê kir ku ev babete bûye mijara rojane li cadda Kurdistanê û Iraqê. Eve jî ji encamê helwest û muamelekirina aliyên desthilatê ye li Bexda. Ev çende jî ji egerê kartêkirin û gifaştinên derekî û navxweyî ji pê xemên destkeftina ajandayên taybet.

Her wiha Mamosta Se’îd diyarkir ku ev çende hewldane ji bo mayîna kesatiya Malikî li ser desthilatê û ladan û mijûlkirina Kurdan ji armanca wan ya serekî ye û ev hew‌ldan û kartêkirine bi çend rêkên cuda li beranberî Kurdan tê kirin wekî paşvekêşekirin ji bi cîh anîna destûrî û gefên aborî. Di gel wê çendê dibe aliyên emnî yê herêmê û peywendiyên Kurdan di gel derve pile û post û payeyên siyasî yên Kurdan di hukimeta federal da kartêkirinê li wan bike.

Dîsa navbirî tekez dike ku ev çende Kurdan diêxe beranber qonaxeka dîrokî di biryardanê da ew jî yan cudabûn yan serbixwebûna aborî bi taybet di gel Tirkiye û Ewrupa û dibe ku ev çende Malikî û hindek desthilatdarên Ereb beranber Kurdan dikin merema wan ne cudabûna Kurdan be belku wek karteka fişarê be li hember Kurdan da ku neçar bikin hindek dagêranan bikin û di encamê da desthilata Şî’egerî li Iraqê bi hêz bixin.

Belê Malikî jî dizane kawdan û mercên herêmê ne di berhev û guncayîne ji bo cudabûnê û eger Kurd cudabûn jî dê eve bibe egerê belavkirina Şî’egeriyê li Iraqê ku dikarin bi wêrêkê ajandayên xwe yên Şî’egerî di Iraqê da belav bikin û bisepînin.

Ji aliyê xwe ve mamostayê zanistên siyasî Rênas Cano wê çendê eşkere dike ku roj bi rojê reftarkirina Kurdan di gel eqliyeta Erebî bi zehmetir dikeve piştî tecrube û pêkvejiyana heştê salî em Kurd digehîne wê baweriyê ku kêşa me ne di gel desthilatdariya Erebiye belku digel eqliyeta wane ji ber ku eve çendîn care em di gel Serokên cuda û sîstemên siyasî yên cuda diguherîn û her dîsan Ereban berdewam kêşe di gel Kurdan heye.

Dîsan mamostayê zanistên siyasî bawer nake ku handana Malikî û hinek desthilatdarên Ereb ji bo cudabûna Kurdan di berjewendiya Kurdan da be belku ew hez dikin herdem Kurd ji wan dûr bin û eger nêzîk bin wan divê reftarê bi şêwê wan divê di gel Kurdan bikin wek hevwelatiyekî jimare dû û ne hevalên rasteqîne û yeksan beranberî wan anku milkeçî ferman û hezên wan bîn.

Navbirî dibêje: Kêşa serekî ya nuke di welatê Iraqê da heye kêşeka tayfî ye zêdetir ji kêşeka siyasî û ew şerê divê herêmê da heye di navbera herdû herêmên Sunnî û Şî’î yan her dû aliyên îslamê ku mawê 1400 salaye ya berdewame û her ev kêşe kartêkirinê li aliyên Kurdî jî dike ku desthilatdarên Ereb bi dû aliyên cûda li Kurda dinêrin wek neteweyên cûda û wek mezheb cûda û ji ber ku ew bê umêdin ku bikarin gelê Kurd kontrol bikin û desthilatdariyê lê bikin û careka din netewa Kurda yan mezhebê Kurda biguherin ji ber wê yekê hez dikin Kurd cuda bibin.

Rênas Cano dibêje: “Cudabûna Kurdan dê bibe bumelerzeyeka siyasî ku dê kartêkirina xwe li gelek aliyan bike û bi taybet li Iraqê ku dê bibe egerê dabeşbûna herêmê li ser sê herêmên cuda (Kurd, Sinne, Şî’e) dabeş bûna Iraqê dê karîgeriya xwe li aliyên Şî’î bike ku dibe ji egerê ez eziya desthilatdarên Şî’î peyda bibe her çende ew li ser aliyên Şî’î desthilatdarin belê wan divê her dû aliyên din (Kurd, Sinne) bêxin bin fişar û hezên xwe da ku di Iraqê da û eger Kurd cuda bibin berî her tiştekî dê ev çende di berjewendiya Kurdan da be ku bigihine armanca xwe ya serekî duristbûna kiyanekê Kurdî siyasî yê serbixwe.

Dêjîn Sidqî

 

Nerîna min :