Polîtîk

Gotara Serok Barzanî li Kerkûkê (Video)

Roja sêşem 17.02.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna li rewşa siyasî û emnî û îdarî ya bajarê Kerkûkê û agahdarbûna li rewşa meydanî ya bereyên şer ya li vê mîhwerê serdana Kerkûkê kir.

Li yekem wêstgeha serdana xwe da Serok Barzanî li gel Fermandeyên Hêzên Pêşmerge û Berpirsên Mîhwerên Pêşmerge ya li van navçeyan civiya. Li vê kombûnê da ku bi amadebûna birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûk û berpirsên emnî û siyasî û îdariyên bajar birêveçû. Serok Barzanî gotarekî pêşkêş kir ku têda destxweşiyê li Pêşmergeyên qehremanan kir ku Kerkûkê parastine û şikesta terorîstan ya li mîhwera Kerkûkê anîne. Her wiha tekez li wê yekê jî kir ku nabê bi tu awayekî terorîst bigihin bajarê Kerkûkê.

Di derbarê Pêşmergeyên dîlgîrtî jî Serok Barzanî malbatên wan ji wê yekê dilniya kir ku her çi ji destên wan bê ji bo wan dikin û eve jî xisterû eger her tiştek bi ser wan Pêşmergeyan bê ewe baca wê giran dibe ji bo terorîstan.

Di derbarê hatina Heşdî Şe’bî ya Kerkûkê, Serok Barzanî ragihand ku spasiya her kes û aliyek dikin ku şerê terorîstan bikin yaxud hevkariya me bikin li wê şerê da, heta niha jî ne Herêma Kurdistanê daxwaza hatina Heşdî Şe’ibiyan kirine û ne jî Heşdî Şe’ibî jî daxwaz kirine ku bên û hatina her hêzek jî divê bi biryar û li ser daxwaza me bê. Di derbarê peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexda, Serok Barzanî behsa ewe kir ku em hez dikin rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bê bi cîhkirin û spasiya xelkê Kurdistanê jî kir ku tehemula rewşeke dijwar û sext kirine lê belê li gel ewe jî, ji ber wê yekê li cengekî sextdayîn pêwîste xelk li xweragiriya xwe de berdewam bin û rewşê têbigihin û daxwaz jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo kêmkirina bandora qeyranê pêdaçûnê bi edaya karê xwe da bike. Li dawiyê de behsa wê yekrêzî û yekhelwestiyê kir ku li navbera aliyan da heye.

Her li vê kombûnê da, rewşa meydanî ya bereyên ceng û pêdiviyên serbazî ya Pêşmergeyan guftûgo kirin û Fermandeyên Pêşmerge komek pêşniyar û têbîniyan xistinrû. 

 

 

Back to top button