Hevpeyvîn

Pirsa azadkirina Mûsil û pêşmergên dîl

Nêçîrvan Barzanî di preskonferensekê de li bajarê Hewlêrê (16.02.2015) behsa encamên civîna xwe ya bi wezareta elektirîkê, pirsgirêka kahrebê li herêma Kurdistanê kir û çend pirsên din jî zelel kirin.

Pirsgirêka kahrebê

Serokwezîr got:

– Me digel kak Qubad cîgirê serokê civata wezîran serdana wezareta kahrebê li Hewlêrê kir û ev jî nîşandana piştgirî û piştevaniyê ye ji bo wezaretê û me destxweşî û sipasiya hemû karmend û rêvebirên wezaretê kir ku, ji bona çareserkirina pirsgirêka kahrebê bi cidî û bi berdewamî dixebitin. Van rojên dawiyê mediyayê êrîşeke zalimane kir ser cenabê wezîr û wezareta kahrebê, heta mediyayê êrîşî partiya wezîrî, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê jî kir.
Pirsgirêka elektirîkî li herêma Kurdistanê ne pirsgirêka îro ye, lê ew pirsgirêkek kevine û ev çend sale berdewame û hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji bona çareserkirina wê pirsgirêkê bi berdewamî dixebite. Cenabê wezîr ev çend mehin dest bi karê xwe kiriye û divê dema kurt de lêxebitiye wezaretê reorganîze bike û pirsan çareser bike. Pirsgirêka kahrebê peywendî bi wezîr û Yekgirtuya Îslmaî ve nîne, lê em li serokatiya civata wezîran jê berpirs in û ev berpirsiyarî li ser wezaret û saziyên peywendîdar tê dabeş kirin.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê her sal 3ê milyar dolaran ji bo sektora elektirîkê serif dike û hêşta di warê kahrebê de kêmasî hene û pirsgirêk berdewam in. Piroblemek din eve ku kultura zêdeserifkirina kahrebê li cem hevwelatiyan heye û ev kultur bi awayekî cidî berdewame. Serdam vê yekê jî eve ku kirêya kahrebê erzane û pere ji aliyê hikûmetê ve tê dabîn kirin. piroblemek din pirsa sotemeniyê ye ji bo peydakirina wê jî pere lazime. Dabînkirina sê milyar dolarana ji bo sektora elektirîkê gelek e, hikûmet nikare berdewam wî perey serif bike.  Dibe li hindeke cîyan wêstgehên kahrebê hebin lê hikûmet nikare sotemeniyê jê re dabîn bike. Me kirîza êkonomî heye û divê xercî bên kêmkirin. Ji aliyek din ve em digel terorîstên DAÎŞ di rewşa şer de ne ku gelek mesiref jê re lazime. Herwesa zîdetir ji yek milyon û pêncsed hezar koçber û penaber li herêma Kurdistanê hene ku 28% nifosa Kurdistanê zêdekiriye. Vê yekê jî nêzîkî milyarek û şeşsed milyon dolar xerciyên hikûmetê zêdekirine.  Barê hikûmetê gelek girane.

Kompaniyên neftê li ser karê xwe berdwam in

Serokwezîr di bersiva pirsekê de red kir ku, hindek kompaniyên neftê yên biyanî yên li herêma Kurdistanê kar dikin çalakiyên xwe rawestandibin û got hemû komaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê bi awayekî normal kar dikin û li ser karê xwe berdewam in.

Beşdarîkirina hêzên pêşmerge di azadkirina Mûsilê de

Di bersiva pirsekê de ka gelo dê pêşmergeyê Kurdistanê beşdariyê di operasyona azadkirina Mûsilê de bike, Nêçîrvan Barzanî got:

– Me bi awayekî giştî rewşa Mûsilê di civînên xwe yên digel berpirsên Bexdayê behis kir.  Lê heta nuha me tu pilanên amdekirî ji bo azadkirina Mûsilê nedîtine û em tu pilanên konkret minaqeşenekirine ka dê azadkirina Mûsilê çewa be. Me berî niha jî gotiye pirsa Mûsilê pirsek hesase û em naxwazin li Mûsil tiştek wisa çê bibe û bibe şerê kurd û ereban. Em xwe ji vê yekê dûr radigirin û heta niha pilanke diyarkirî nîne ku em dîtina xwe liser diyar bikin.

Pêşmergeyên dîl

Li dor pirsa wan pêşmereyên dîl di destê DAÎŞ de, Barzanî got:
– Xebatên me ji bo azadkirina wan dîlan berdewam in, lê çênabe em di mediyayê de behsa wan hewil û xebatan bikin. Her gotineke li ser vê pirsê di mediyayê de bê gotin dê arîşe jê  peyda bin. Hikûmet û serokatiya herêma Kurdistanê bi awayekî cidî kar li ser vê pirsê dikin.

Back to top button