Cîhan

Japon mil dide milê Kurdistanê

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li Kazoya Naşîda sefîrê Japonê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de sefîrê Japonê li ser navê hikûmeta welatê xwe sipasiya herêma Kurdistanê kir li hember şermezarkirina terorkirina hevwelatiyekî japonî ji aliyê terorîstênDAÎŞ ve û di heman demê de hevsozî û sersaxî li malbatên pêşmergên di şerê dijî DAÎŞ de şehîd bûne kir.

Sefîrê Japonê got ku weke beşek ji hevkariyên hemû Îraqê, hikûmeta Japonê pirojeyekî taybet bi varêjên bajarê Hewlêrê fînanse dike û di van nêzîkan de kontrakta pirojeyî tê îlan kirin û tekîd jî kir ku, welatê wî dê li ser alîkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam be.

Di civînê de behsa rewşa deverê, Îraqê û herêma Kurdistanê û bereyên şerê dijî terorê hat kirin û di vê çarçoveyê de behsa pêdawîstiyên pêşmerge di şerê dijî DAÎŞê de hat kirin.

Serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û ew lihevhatina meha çileya pêşîna sala 2014ê di navbera Hewlêr û bexdayê de hatiye îmza kirin hat gotûbêj kirin û ew yek jî hat gotin ku, Bexdayê bi fermî herêma Kurdistanê agadar kiriye ku, ji ber nebûna pere hikûmeta Îraqê nikare li gor di lihevhatinê de hatiye diyar kirin, budceya herêma Kurdistanê bide.

Nêçîrvan Barzanî ji bona wan pirojeyên li herêma Kurdistanê encam didin, sipasiya hikûmeta Japonê kir û daxwaz kir ku, di çarçoveya hevakariyên Îraqê de, beşa herêma Kurdistanê dabîn bikin bi awayekî ku, hejayî herêma Kudistanê be.
Serowezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ û ew serkeftinên pêşmerge bi dest xistine û pêşdeçûna hêzên pêşmerge kir.

Back to top button