Nivîsar

Gorran: Tevgereke bê qublename

Sefaleta demokrasîya Gorran

Kampanî û propaganda helbijartina parlemanê ne tenê rojeva civata kurd, lê jîyana rojane jî li Kurdistanê xistîye bin bandora xwe. Bêguman ev helbijartin ji bona pêşerojên Kurdistanê û netewa kurd pir girîng e lewra ne tenê duristîya pêkanîna helbijartinan ya teknîkî lê rastaya/heqîqeta çûyanetîjî hîn giringtir e. Rûdan û nîçên li Kurdistanê bi tevayî û li Kurdistana iraqê bi taybetî û li hawirên Kurdistanê li Rojhilata Navîn bar û berpirsîyarîya partî û hêzen siyasîyî yên Kurdistanê divê helbijartinê de girantir dike.   Demokrasîya li Kurdistanê ku destpêkirîye bi cih bibe hîn nazik e û mixabin çarhawir wê tijî faktorên dilxerabin fersendekê narevînin ku ji xwe re, li nav Kurdistanê alikara bibînin û ne tenê ji bona kû xwe tevlikarê Kurdistanê navxweyî bikin lê bixwazin jî pêşketina Kurdistanî yî neteweyî kû berbi serbixwebûnêve diçe rawestînin.

Dîroka nêz, mixabin, diyar dike kû hemî hêz û partîyên Kurdistanê ji dil ne Kurdistanî ne û di daxwaza demokrasîyê de jî ne jidilin. Ev yek bi serê xwe dibe xweserîyek ji bona dijwarîya ji hev cudakirina hêz û daxwaz û bernamên demokrat û ên nedemokrat di vê helbijartinê de.

Yek ji erkên demokrasîyê gelekî agah e, gel divê xwedî agahî be li ser sîyaset, sîyasetmedar, li ser namzet û sîyaseta partîyên sîyasî da kû karibe helbijartinekê jibona xwe bike ne kû partîyên sîyasî gel bi propaganda û manîpulasyona xwe bixapînin da wan helbijêre. Gel şaş agahdarîkirin xetera herî mezin e jibona demokrasîyekê. Di şertên Kurdistanê de demokrasî ne tenê pêwîstîyeke rojaneyî navxweyî ye her pewîstîyeke jibona hatindeyejî.

Ev artikel nerîn û têgihiştina demokrasîyê a hêza opozisyonêyî sereta Bizotnewey Gorran dinirxîne. Sedem jî eve: Gorran xwe wek hêzeke demokratîk û kesên ne pêre wek ne demokrat pêşkêş dike. Di kampanî û propaganda xwe yî helbijartinan de derbirîn (tabîr) û gotinên di qada navneteweyî de xwedî yeknaverokin jinivde diwatîne (redefining, ji nivde bimanedike).

Ev analîz tenha xwe dispêre materîyalên Gorran ên orijînal û fermî. Çi materialên kû Gorran di malpera bi navê xwe di internetêde çêkirîye (http://www.gorran.net/) û çi materîyalên endamanên Gorran kû di xebata xweyî xwe ya li dijî daxwza referandûma destûrê bi gelek hawayan û li gelek cîhan bikar anîne bingeha vê artikelê pêk tînin.

Ev materyîal ji devê yekem jêdera yekem hatîye girtin da kû îmunîtêta (immunity) wê bête garantîkirin li dij gotinên wek …şaş hatiye têgihiştin an …şaş hatîye jibergirtin, neqilandin uhw. Di van materîyalan de Gorran nerînên xwe yî liser demokrasîyê, desthilat û desthilatdarîya Kurdistanê diyarkirîye. Wekî din jî berêz Nawshîrwan Mustafa di hevpeyvînên xweyî çi bi rojnemevanên kurdî re û çi bi rojnemevanên biyanîre nerîn û dîtinên xwe eşkere kiriye. Wek kû tête zanîn berpirsîyarên Gorran nerînên xweyî jibona demokrasîyê di îtîrazên xweyî li dij destûr û refrandûma destûra Kurdistanê pêşkêşkiribûn.

Piştî roxandina rejîma Seddam, Kurdistana Iraqê dewleta xwe dinav Iraqa federalde avakir û li ser xakê xwe, ji bilî Kerkûk û deverên din kû dê ligor mada 140 î a destûra federal de çareser bibin, xwedî desthilate.

Mada 140 wek çareserîyek rêgir li dij nakoki û dijayetiya nav Kurd û Erebande hate sazkirin jibona kû zûbezû bikaribin Iraqek demokratik û federal avabikin. Mada 140î ji aliyên ereb û kurdan ve hatîye nivîsîn û yek ji mîmarên wê Nawshirwan Mustafa Emîn e.

Ji 2003 ya virde du helbijartinên perlemanê li Kurdistanê çêbûne û têkoşîna bicîhkirina demokrasîyê her berbirêye. Perîyodeke bi serokekî helbijartî û du perîyod jî bi hikûmetên demokratîk hatine buhrandin. Serokê Kurdistanê yî rûniştî ji aliyê gelê Kurdistan ve 2009 hatîye helbijartin û nuha jî perlemana Kurdistanê bi piranîya denga, jiber aloziyên rewşa heyî, perîoda karê serokê heremê jibona du salan dirêj kirîye.

Di navbera herdu perîyodên hukûmetan de komisîyona kû jibona destûrê amade bike rengê destûra Kurdistanê yî dawî spart perlemanê û di perlemanê de destûr, bi piraniya dengan hate pejirandin da piştî kû di referandumeke gelerî de jî hate pejirandin û bibe destûra fermî a Kurdistanê. Destûr di perlemana Kurdistanê de bi 96 dengan ji 111 dengi hatiye pejirandin, di nav dengên erînî de dengen nûnerên perlemanê kû dûra gihiştin Gorranê jî henin.

Destûra Kurdistanê peymaneke dinav partî û hêzên Kurdistanê yî civakîde ne tenê liser 122 madaye ye lê li ser proseya kû rê li van 122 madeya veke da bicihbibe ta kû têkeve jîyanê jî.

Destûr ji 8 benda pêkhatîye û pêwîstîyên civata Kudistanî yên bingîhînî û beyankirina pirînsîpên dinav Kurdistan û hikûmeta federe a Bexdê dide nîşankirin, mafên rûniştevanî û sîyasî, mafên civakî û aborî, mafên kêmnetewî û olî li Kurdistan, qanûna birêvebirina perlemanê û îdara Kurdistanê, desthilata serokê Kurdistanê, rengê hikûmetê û desthilata wê, serxwebûna karmendên dadwerî, îdara şarestanî, komîsyon û karmenden serbixwe, çavkanîyên dewletêyî finasiell û qanûna bicihkirinê, ravekirin û guhertina destûrê.

Li gor destûrê divê ji çar salan carekê helbijartinên serokê Kurdistan û perlemana Kurdistanê çêbibe. Her hilbijartinek bi serê xwe çêdibe û bi benda 42 a hilbijartina serok û benda 64 jî hilbijartina perlemanê hatiye destnîşankirin. Yek kes du caran tenê di dikare bête helbijartin wek serokê Kurdistanê ji roja kû destûr têkeve jîyanê.

Nerînên Gorran ji alîyên gelek berpisîyarên wê ve hatine pêşkêşkirin û nerînên herî zelal ji aliyên serokê Gorran ê nefermî Nawshirwan Mustafa Emîn ve hatine pêşkêşkirin. Ji endamên Gorran ên perlemanê û kesên dinî rêber berêzan Brzo Majeed, Burhan Rasheed, Kemal Muslim, Kardo Muhammad di gengeşîyêde liser referandûma destûrê xwedî giranî bûne. Berêzan gotinên wek demokrasî û naveroka wê, haweyê desthilat birêvebirinê yê demokratik, sistema perlementarî li dij sistema serokatî û referandûma destûrê dê çawa bibe şaşîyek dîrokî uhv.nirxandine.

Argumentên van berêzan evên li jêrin:

B Majeed dibêje dê demokrasi gavekê bişûnda biçe ger referandûma destûrê çêbibe jiber kû dê pêvajo rê li Mesûd Barzanî veke da kû careka din bikaribe bibe namzetê serokatîya Kurdistanê. Majeed her di berdewamîya gotina xwede dibêje, netenê ger serokek zêde serokatîyê bike ger serokê partîyekê jî demeke dirêj serokatîya parîyê bike demokrasi têk diçe û ev netenê li Kurdistanê lê li hemû welatên cihanê wuhaye (2013-05-07 Press TV).
Burhan Rasheed dibêje PDK û berpirsarîya wê li Bexda ger ne serrast xwedî pirsîyarbin jî di nakokîya ligel Bexda sedemê nakokîyêne (2013-05-07 PressTV).
Kardo Muhammad dibêje nuha Gorran tevgerek bi serê xweye û ne beşek an perçeyek ji YNK ye. Ev sedemeke kû Gorran li dij referanûma destûrêye (2013-05-31 PressTV)

Kemal Muslim dibêje sistema perlementerî a herî baştire jibona Kurdistanê jiber di sîstema perlementerîde gelek ditin û ramanên cuda dikarin peyda bibin (2013-05-31 PressTV)

Dîtinên Nawshirwan Mustafa jibona Gorran ên girintirînin û wî dîtinên xwe hûr û kûr di televizyona Gorran, KNN, de bideng kir bêyî kû zelal bêje çi dixwaze an dê Kurdistan çawa diyarbe di desthilata wande. Tiştê kû Nawshirwan gotin hew insinuationkirina  تلمي (bi hawakî xerab îmakirin) desthilatdarên Kurdistanê tevî serokê heremê bû, kû vê desthilatê jibona welêt tiştek nekirîye û nekarîbûne welêt îdare bikin û berjewendîyên xwe xistine pêşîya berjewendîyê welêt û kar nakin jiboana kû xakî Kurdistanî nedibin desthilata Kurdistanêdeye têkeve bin desthilata wê.

  Nakokîya Gorran bi desthilata Kurdistan re li gor Nawshirwan Mustafa li ser idara sîysî yî heremî Kurdistan e, idara heremê û haweyê idare kirinê û desthilata sîyasîye. Nawshirwan mebesta xweyî ji van derbirîn kû bikartîne çiye ravenake û dê di praktikêde dê çawa xweştir be ger wan ji devla hikûmet û serokê îroj ve Kurdistan îdare kiribana. Bi berdewamî Nawshirwan dibêje ev hikûmet û perlemana îroj tu stratejiyek xwe yî netewî jibonî Kurdistan tuneye. Bersiva pirsa kû serokê herema Kurdistan Mesûd Barzanî biryara referandûma destûra Kurdistanê daye dibêje ez hevîdarim pêk neyne. Bersiva pirsan li dû dibêje ger pêk anî dê şaşîyek dîrokîbe/xetayek wek 1975 be. Nawshirwan di eynî demêde garanti jî dike kû wî dijayetîyek ligel tu kesî li Kurdistan tune û bi taybetî li gel serokê herema Kurdistanê Mesûd Barzanî tuneye (nisan 2013).

Analiza itirazên Gorran
Siyaset û xebata siyasî çênabe di demokrasîyekê de qedexe bibe heger teşwîkî şidetê neke da kû demokrasîyê biroxîne an/û hetanî rê li kesên din negire da kû azadîyên xwe bikarbînin. Ne desthilat partîyên siyasî û opozisyonê wek kû dixwazin rengdidin xebata xwe.

Goran du sedemên serekî nîşan dide li dij referandûma destûrê; kû ev destûr dê pêşketinê bişûnde bixe û dê demokrasîyê biêşîne û a duemîn jî ev destûr dê rê li sistema perlemanî bigire û rê li sistema serokatî veke kû ew jî rê li diktatorîyê vedike ne li demokrasîye. Hingî divête bê pirsîn ka kû: daxwazên Gorran qanunîne? Daxwazên Gorran legîtîmin/şerîîne? Daxwazên Gorran siyasî realîstin û pêkvetên? Piştgrîya wan daxwazên Gorran di tecrûba demokratikî navnetewî û/an zanistî û teorîk de heye gelo? Bersiva her du pirsîyarên pêşî nayek bi tîpên mezine. Ev na liser bingeha huquqê navnetewî û daxwazên demokrasîyê, amanc û pergal û xweserîyên demokrasîye ye. Huqûqê navnetewî liser prînsîpa gerdûnî yî pacta sunt servanta avabûye ango peymana kû liser hatîye lihevkirin wek xwe dimîne. Pacta sunt servanta bingeha hemû peymanên him navnetewî him jî a huqûqê netewî li welatên demokratîkî cîhanî de. Netîcên inkara vê prînsîpê di dema dirêjde jibona Kurdistanê dikare birînên kû ticarî nikaribin dermanbibin veke. Wek minak welatek/dewletek kû erkên huqûqê navnetewî bicîhneyne nikare bibe endamê (UN Charter Article 4) Kurdistan liber dergehê serxwebûnê ye.

Gorran bi itîrazên xweyî li dij destûrê ne berjewendîyên netewî nejî ên navnetewî bi bergeheke dirêj ve, jibona dahatûyê Kurdistanê, nabîne. Di destûrêde mekanizmên kû hemû itîrazên Gorran pûçdikin hene, wek minak kinga pêwîstbe kijan alî bixwaze dikare çareserkirina problemên huqûqî bi rêya huqûqê navnetewî çareserbike li Kurdistanê (destûra Kurdistan artikel 37). Bersiva pirsa sêemîn jî na ye û bingeha wê jî astengîyên Kurdistan têdeye çi ên geopolitîk û çi ên geodemografikin. Cewazîya nav sistema perlementer û sîstema serokatî ewe kû piranîya perlemanê li pişt serokwezîrbe û di sîstema serokatîyêde serok ne girêdayê perlemanêye jiber gel wî/wê heldibijêre. Serokwezîr di sîstema perlemanêde tevî hemî hukûmetê li himber perlemanê berpirsîyare ango hukûmet bi komî berpirsîyare lê di sîstema serokîde serok berpirsîyare jibona perioda hilbijartî perleman nedikare di şertên normalde wî/wê ji desthilatê dûrbixe berî kû perîoda wî/wê bidawîbibe.

Pirsgirêk dibe eve; gelo serokê Kurdistanê desthilata xwe li ser desthilata perlemanê, desthilata hukûmetê, desthilata wezîran û desthilata dadwerîyê zîde dikean na. Serok/ê/a heremê Kurdistanê nikare desthilata xwe zêde bike jiber a)-serok ne bitenê lê ligel hukûmetê xwedî hêza icrakirinêye li Kurdistanê destûr artikel 59, b)- serokwezîr ji alîye perlemanê ve tête helbijartin û bi bawerîya perlemanê dest bikardike, c)- artikela 53 di destûra Kurdistanê de mafê biryarê jibona hemû meselên kû gelê li Kurdistanê elqedar dike dide perlemanê, d)- perleman didikare serok ji serokatîyê daxe ligor bê çawa karê xwe dike an nake/artikel 62/. Jiber kû serok di helbijartinên serast tête bijartin ji aliyê gel ve helbijartinên dahatû jêre dageheke.

Gorran çi dike?
Tektiqa praktika Gorran dubeşîye; ji alîkî ve propaganda kampaniya tiştên kû bingeha wan a dîrokî tuneye li dij kesên ne bi rayawanrene dibêjin û ji alîyê din ve jî naveroka derbirîn û gotinên navnetewîyî kû ji alîyê zanistîya polîtîkîve hatine pejirandin/qebulkirin, valadikin û bi nerînên xwe û/an jî bi nerînek nûh dadigirin. Wek mînak sistema perlemanî, sistema serokatî, dubbelstandard uhv.  Pêşî naveroka kû wan daye van gotin û tabîran bi rengekî dikin norm û dûra jî encamên xwe jê dikêşînin wek -li gor wan- sistema serokatiyê berbi tarîbûne ve diçe û gavek bişûndeye an/û di sîstema perlementerîde bêtir cîh ji dîtin û ramanên cuda cuda re heye. Û xwe ji vê tevdidin û rexnê li kesên newek xwe dikin.

Nawshirwan Mustafa bi insinuationên xwe imayêke bê bingeh dike jibona kû gumaneke neçêyi bikaribe li dij kesên kû nebiwanreme an li ser wan diaxifin bicih bike wek tektik bikar tîne. Vê yekê netenê Nawshîrwan lê Gorran jî dike:

1- Kurdistan’s wealth/natural resources are the property of the people, http://www.gorran.net ) Gorran divête karibe bêje filan an bêvan partî dibêje çavkanîyên Kurdistanê yî sirucî ên minin, ne ên gele Kurdistane, Gorran di xwaze gumaneke wuha çêbike. Ji vê re bi zimanê latînî Manîpulasyon tête gotin, ango jibona berjewendîyên xwe xapandina gelê Kurdistane.

 2- Our Aims: democratic constitution, parliamentary system and an institutional government, Abiding by the articles of the international human rights convention and preventing any breaches of these principles.
Gorran dibêje em destûrek demokratîk dixwazin. Kes heye gelo kû dibêje ez/em destûreke demokratîk naxwazin. Gorran vê yekê pir baş dizane lê cardin jî dibêje jibo kû di nav gel de bêbawerîyekê avabike da hêz û partîyên din destûreke demokratîk naxwazin, Gorran tenê vê yekê dixwaze. Gorran divête nîşan bide kû destûra Kurdistanê ne demokratîke. Fermû bêjin filan an bêvan artikel di destûra Kurdistanê de ne demokratîke. Ev jî têkosîna xapandina gelê Kurdistane ye, ango manîpulasyone.

3- Abiding by the articles of the international human rights convention and preventing any breaches of these principles. Gorran divê li artikela 37 a destûra Kurdistanê binere, ew destûra kû Gorran naxwaze têkeve referandûmê gelo jibona peymanên navnetewî liser mafê mirovn çi dibêje.
Iddiayên Nawshirwan Mustafa ne heqîqetin

Iddiayên kû Nawshirwan dike ne rastîne lê insinuationin li ser gelek tiştan û tiştên giring jî, lê ne diyare, gelo ew lê haynabe ka çi dibêje an jî bawernake kû kes lê haydibe. Ji tiştên kû dibêje şaşîyên dîrokî yek jiwan rawestandina katîyî şerê çekdarî yî netewa kurdî li Kurdistana Iraqê ji nîsan a 1975 heta ilona 1975 a ye. Ger destûra Kurdistanê têkeve dengdana gelerî dê ew jî bibe şaşîyek dîrokî li gor Nawshirwan. Insinuationên wî yên din daxwaza tohmet kirina serokatîya Kurdistanê bi tevayî ye û dixwaze bike wek bawerî kû îdara Kurdistanê nikare Kurdistanê idare bike, û lewra jibona pêşenda Kurdistanê jî dibêje ne hukûmeta îroj û nejî perleman nexwedî stratejîyeke netewîye.

Ev iddia giringe, jiber tiştên Nawshirwan ne rexnene insinuationin û dixwaze tove nerînên xwe biçîne ên wek serokatîya Kurdistanê jibona xakê Kurdistan bi Bexdayêre şernake lê jibona pera şer dike. Ev iddia du tohmetên giring bixwere tîne 1- nakokîya nav Bexdê û desthilata Kurdistanê jibona peraye û ew dixwazin wan pera ji xwere bibin, 2- serokatîya Kurdistanê jibona xakê Kurdistanê yî ne tev Kurdistanêye tiştekî nake. Ev nerîn û iddia netêgihiştina giringîya nakokîya budçeyê ye kû yek ji siyaseta dewletekêyi herî girîngtirînî navxweyîye. Di rewşa Iraqa federalde ev dibe nakokîyek sirukturî ango têkilîya bi dewlet avakirinêre heye. Ev nakokîya sitrukturî ji alîyên Nawshirwan ve nayête dîtin û mafê idara Kurdistanê yî wek dewletek siyasîyî federe li dij hukûmeta Bexda bi vî rengî dewrî Bexdê dibe.

Jiber vê yekê tiştê Nawshirwan dike bes manipulasiyone, xapandine, tiştekîdin nîne gava dibêje ger ez ligel Begdê şer bikim ezê jibona Kerkûkê û deverên din şer bikim ne jibona 4 milyara. Herkes dizane kû ew bixwe yek ji mîmarê mada 140 ye kû Kerkûk û deverên din li bendene.

The return of Kirkuk and other separated areas to Kurdistan region, this is while the Kurdistan government had pledged to the Kurdish people to solve this issue by 31/12/2007  (http://www.gorran.net) Manîpulasyoneke din jî eve, wek kû buyer ne encama mada 140 be û Nawshîrwan jî ne perçakî wê proseyêbe.
Ji mafê mirova ye kû merov propaganda bike di erefa helbijartinekêde jibona merov serkeve lê nej i mafê mirovaye da kû gelê Kurdistan şaş bike û bixapîne kû dikare bibe sedemên encamên bêhesab xerab jibona Kurdistanê.

Nawshirwan tabira dubbelstandard bikar tîne û serokatî û idara Kurdistanê pê itham dike. Dubbelstandard tabîreke kû di dîplomasîya cîhanîde bi cîh bûye û ne tabîreke kû çawa hat hesabê tê wek kû tu dixwaze tê bikar bîne. Nawshirwan vê yekê bi helwesta serokê herema Kurdistanê jibona kurd û Kurdistana Sûrî û helwesta hukûmeta Begda jibona rejîma Sûrî girêdide. Nawshirwan dibêje serokê Kurdistanê pişgirîya kurd û Kurdistana Sûrî dike, û hukûmeta Iraqê pişgirîya rejima Sûrî dike. Di hukûmeta Iraqêde kurdek, Hoshyar Zebarî, wezîrê karûbarê derveyî û endamê PDK ye û piştgirîya helwesta hukumeta Iraqê jibo Sûrî dike.

Eva dubbelstandard de. Du tişt pir zelalin, yek diyare kû Nawshirwan nizane dubbelstandr çiye, du diyare kû Nawshirwan siyaseta navnetewî, siyaset û dewlet û struktura hukûmetan nizane. Wezîrê karûbarê derveyi Iraqê Zebarî endamê hukûmeta federale û şefê wî Nourî al-Malikî ye ne Mesûd Barzanî ye û nejî hukûmeta heremê Kurdistan e. Serokwezîrek hevkarên xwe heldibijêre, li gor destûra Iraqê yî federal jî û li gor tradîsyona idarîyî navnetewî jî. Zebarî wek endam û berpirsîyar di hukûmeta Bexda de pêwiste, ger bixwaze wek endamê hukûmetê bimîne, siyasa hukûmeta xwe bajo eynî wek endamekî Gorran kû bixwaze wek endam di nav Gorran de bimîne, divê jibona siyaseta Gorran kar bike ne a PDK. Ewende hesane mesela Zebarî û hukûmeta Bexda jî. Ev tişt di peymanên navnetewîde hatîye nivîsandin û di qada netewîde jî bes divê merov li welatên demokratîk li guhartina wezîran û kar ji destkirina wezîran binêre an jî ji karavêtina wezîran.

Ravekirina Nawshirwan î duemîn li ser pişgirîya serokatîya Kurdistan jibona kurd û Kurdistana Sûrî wek dubbelstandard, ji kokêde bêbinîye, bingeh jêre tuneye lê pêwendîyên wê bi berjewendî an neberjewendîyên kurd û Kurdistan ve heye. Jiber vê yekê jî reflexionên antî/kurdistan dide. Lê pir balkêşe jiber rê gelek li pirsan vedike bi kêmayî jiber kû:
-balê dikêşe ser têkilîyên Goran bi Îranêre kû pişgirîya rejima Sûrî dike,
-Nawshhirwan dixwaze prinsîpekê bi siyaseta PDK avabike da pişgirîya kurdên Sûrî nebe
-ji bona çi Nawshirwan îtîraza wî  li serok, hukûmet, û karbidestên hukûmeta Kurdistanê heye kû evana alikarîya kurdên Sûrî jibona azadiya wan dikin?
-Çima Nawshirwan ji gelê Kurdistanê re nabêje, çima wî ligel karbidestên hukûmeta Iranê rûnişt (bi ser kû ew ne endamê perlemanêye, ne wezîre, ne endamê hukûmetêye, ne serokê partîyek siyasîye û ne diplomate) û çi ji rejîma Îran jibona kurd û Kurdistana Iranê daxwaz kir, gelo tiştek daxwaz kir?
Ji mafê gelî Kurdistane li her çar perçeyi Kurdistan kû vêyekê bizanibe!

Têgiştina Nawshirwanî dubbelstandard wek hakimên pêşbirka(Arab Idol) îdolê erebîye kû ji beşdara kurdre dibêjin çênabe tu bêje tû ji Kurdistanêye jiber welatek bi wî navî tuneye. Li gorî tegihiştina Nawshirwanî divêt Parwaz Husein xwedan dubbelstandard be. Insinuationa Nawshirwanî yekemîn li ser rawestandina katî a şerê çekdarîyî nîsana 1975 ta ilona 1975 e. Nawshirwan dibêje ew xetaye dîrokîye. Heger ev yek rastbe dê iddiayên wî yên din jî de rastbin jiber siruca mantik wuha kardike heger tiştekî dîrokî şaşbe tiştên wek wê an ên nêzî wê jî şaşin an jî dibe kû şaşbin. Livir gotina dibe giringe jiber mesele biguman kirina tiştkîve girêdayîye. Mantiqê mirovî wuha kardike û herkes nexwdî twaneye da kû bikaribe li rastaye bigere û bigihê encama xwe. Nawshirwan vêyekê dizane lewra vê tektîkê jî bikartîne. Lê pirsa giringe her wek xwe dimîne û bê bersive; Gelo şaşî bû kû tevgera kurd navbireke da tekoşîna çekdarî jiber şert û encamên cîhanî û heremî kû li dij wan bû?

Hemû dîtin û ramanên li ser 1975 kû bazara siyasî peyase dikin subjektivîne wek kû merov bêje kîjan reng ê herî xweşike an kîjan xwarin a herî xweşe li Silêmanîyê. Mînakek ji vê yekê çêtir nêzîkî dîtinên li ser 1975 peyda nabe. Pêwêndî û bûyerên civakî, siyasî û dîrokî çênabe bi daxwaz û xweşîtîyên kesayetî bêne ravekirin. Tiştê xweş û xweşiktirîn jibona kesekî dibe vajîbe  jibona kesekî din û şaşî û rastî jî divê yekêde tuneye, jiber herdu jî pêjnin /ehsasin/ û mafê tu kesî jî li vê cihanê tuneye kû kesan an keskî din têxe bin barê pêjnên xwe. Tiştên kû Nawshirwan insinuera dike nezanistîye bes pêjn û daxwazên wî ne.

Tu lêkolînek zanîyarî yî dîrokî tuneye kû bêje navbirdana şerê çekdarî 1975 şaş bû an rast bû li Kurdistan a iraqê.

Cîhana 1975 a siyasî gelekî bi kurtayî wuha bête danaskirin:

1-Rojawa di serokatîya Dewletên Emrîkayî Yekbûyi û Japonya li alîkî, 2-Welatên sosiyalist di serokatîya Sovjet de, û Çîn û dura jî Arnawut bi xêza xwe û li dij Sovjet jî, 3- ne tenê di doza kurda de bêmanebûn heta pirî caran jî li dijî kurda hêza dewletên bê layan, kû ji aliyê Hindistan, Kuba, Yogoslavîya û Misir a Cemal ebdulnasir ve hatibû ava kirin.

Sovyet bi Baathistare li Iraqê û li Sûrî yekîtî avakiribû. Heger merov ne perçakî bloka sosiyalist ba merov şaşbû û merov ji dijminan bû û diberdewama vê ramanêde diba kû tevgera merov bihata pelixandin jibona kû bi berjewendîyên tevayên re di dijayetîyêdebû. Li Iraqê berjewendiyên tevayê tifaqa bi baatha xwedî karakterên faşîst ya bi Sovyet re bû. Maoizm jî xwedan yek mantiqîbû, her tiştê kû ne sosiyalîstba /ne maoîst ba/ divête bihata red kirin ger nebûwa bihata pelixandin. Sovyet bi rojava re di cenga sar de bû. Her tiştê kû têkilî bi Emrika re hebû dijşoreşî bû û divête bihata redkirin ger nehatiba pelixandin. Têkilîyên herî be maneyî bi Emrîkare jî dikarîbû tu bikiraba xayîn û dijmin.

Emrika û Rojava pişgirîya kurdan nedikirin û berjewendîyên wan di neçareserkirina pirsgirêka kurdî de hebû lewra stratecîya wan diva her kurd sernekevin û/an negihêne aştîyekê bi Iraqê re. Ev stratejîya rojava bû. Rojava, bi taybetî Emrîka, piştgirîya faşistan jî dikirin û heta li gelek welatên cîhanê kirin kû faşîst bibin xwdî desthilata siyasî jî.

Bes alternativek tenê ji devla kû şerê çekdarî bi katî bête rawestandin hebû EW jî divê gelê kurd wek pezê têketa bin kêra qesêb. Nawshirwan Mustafa bêyî kû ji gelê kurd re bêje astengîyên heyî evanabûn dibêje xetayek dîrokî bû.

Pirs hingî dibet evêya; gava kû pêvajoyê rê li xetaya dirokî vekir gelo cenabê Nawshirwan Mustafa li kubû da rê liber vê şaşîyê negirt.
Çi bête gotin dibe kû di civatêde bête qebûlkirin jiber perçakî mezin ji nufûsa Kurdistanê ne xwedî tecrûbeye sexsîye ji ber temenê xwe û ne haydare jî ji vî tiştî lewra ew fersend nedîtîye heta nuha jiber destê dijmin. Li vir dîrok ji her kesî dixwaze kû durist û rastgoyî be û hemû variblên /ihtimalatên/ ku heyîbûn bihesibîne. Nawshirwan divête kamilîyek sîyasî nîşanbida. Eva giringe jibona exlaqê siyasî, jiber divê neyête jibîrkirin kû pareke mezin ji nufûsa Kurdistanê temenê wan dibin 38 salan reye û beşekî dirêj ji diroka Kurdistanê nizanin. Herkes dive li himber van kesan xwedî berpirsîyarîyek wî siyasî û exlaqî be. Qe nebe jî jiber demeke dirêj diser bûyerên Kurdistanê ên dîrokî re derbasbûye. Nufûsa Kurdistanê yî genc ne dema cenga sar jîyaye nejî tera xwe xwedî zanist û agahdarîye da kû bizanibe ka rojeva cihanî ya cenga sar çawa sazdibû.

Daxwaza kû Nawshîrwan ji hukûmeta îroj dike jî her însînuatione bi taybetî gava kû dibêje her tiştekî kû hukûmet bike dive jibona berjewendîyên miletê kurd be. Li vir jî bêyî kû bêje iddia dike kû hukûmeta Kurdistanê jibona berjewendîyên netewê kurd kar nake. Di berdewama iddiayên xwde belkî jî bêyî kû bixwaze xwe deşîfre dike û dibêje // hukûmet û perlemana heyî tenha yek strateji wanî netewî jibona Kurdistane tuneye//. Li gorî Nawshirwan divê perlemana serbixweyî helbijartî neji berjewendîyên neteweyî be, ango hebûna Goran di perlemanî Kurdistan de ne ji berjewendîyên netewîye.  Hukumeta kurdî, serokatîya heremî Kurdistan, karbidestên xweyî le Kurdistan, avakirin a bingehînî a welêt, xwendegehên kurdî, hebûn û qebûlkirina mafên cudaolî û kêmnetewîyan li Kurdistan û berpisarîya wan di perlemanî Kurdistande, dadgehên kurdî yên serbixe û rê û rêwanên itirazê li biryarên dadgeha, partîyên polîtîk û medîyên serbset tev televîzîyona Goran KNN û biser kû Goran û mutefikên xwe têkilîyan ligel hêzên bîyanîyî dagirkerî Kurdistan hene jî û dozgerek ba wan nake û îfadê wan nagire, ev imkanîyatana tevde jî nej encameke stratîyek netewîne kû ji berjewendîyên Kurdistanî be li gorî Nawshirwan.

Gotinên berêz Brzo Mageed dide nîşandan kû tiştê neligor berjewendîyê wî yên politîk be ne demokratîke. Iddiaya wî yî kû dibêje demokrasî dimire tu bingeh jêre ne di dîroka demokrasîyêde heye ne di lêkolînên zanistîya politkî li ser dewlet û siyasetê de heye û nejî di tecrûba welatên demokratîk, ên cîhana îroj 2013, de heye û bi taybetî ne li DEY, Finlandîa û Frensa. Beşê duemîn a gotinên B. Mageed dide nîşandan kû tu agahdarîya wî ji partîyên siyasîyî, bi taybetî ji struktura partîyên siyasî yên welatên demokratîk, ji dîroka wan û jî perîyodên serokatîya wan tuneye. Çima hinek serokên partîya bi deh salan wek serok rûniştine û çiman hinek ji wan kêmtirî perîyodekê mane an çima partîyên siyasî li DEY wek prinsip xwedan fonksîyonekê tenêne, ew jî emade kirina xebata jibo qazançkirina hebijartinên serokatîyêye, berêz Brzo mixabin refleksîyona vê yekê nake. Ger û guhertinên demokratîkî demokrasîyê berêz B. Mageed nizane bibîne. Du serokên pariya sosîyaldemokratî Swêdî 40 salî serokên partîyên man, yekî 16 salan yekî jî 24 salan serokatî kir. Demokrasî her kurtir, zêdetir û xurtir jî bûye di vê demêde.

Eşkereye kû berêz Brzo Mageed tê negiştîye ka demokrasî çiye!

1-Bes jibo kû sîstemek merovî perlementerî heye welatek nabe demokratîk (yek ji sedaman ewe kû demokrasî bi xwe pêşketin û pêvajoyeke kû kat digire/dixwaze) an jiber kû perleman serok heldibijêre demokrasî pirtir an kurtir nabe. Vajî bêtir demokratîke kû gel serok helbijêre. Ev jiber gelek sedeman; a yekem her kesî kû şertên serokatîyê pêre hebin dikare xwe wek namzet jibona serokatîya Kurdistanê nîşan bide bêyî kû bivête endamê partîyek siyasî be an xêzek siayasî, a duemîn rastire û adîltire gava kû merov xwedî dadek rastîbe kû herkes ligorî qanûnê weke hevbin û a sêemîn ne pêwîste kû namzetê serok endamî perlemanê be û bi alîkarîya yek an hinek partîyên sîyasî bibe serok û her bi desthilata xwe bi wan partîyên pişgirî lê kirine girêdayî bimîne. Nerînên li dij an li gel sîstema serokatî an sîstema perlementerî bersîva kû welatek demokratike an na, an bersîva kû kijan sîstem jî kîjanê bêtir demokratêke nikarinbidin.

2- Hêza demokrasîyê ne jiber kû sîstema heyî a perlementerî ye an serokatî ye, hêza demokrasîyê di mekanîzmên demokrasîyê deye, da kû çawa tête bikar anîn jibona merov bikaribe bigihê amanca rûmetên destnîşankirî, wek mînak azadîya xwe îfadekirinê û prensîpa eşkerekarkirin ê li dij krupsîyonêye di îdara dewletêde û pirensîpa wekhevîya herkesî li himber qanûnê, kontorola rûniştevanan li ser idara civakê bihêztirdike. Başîya demokrasî di amanca demokrsîyêde ye kû merov dikare gihiştina yek an çend rûmeta (Serxwbûna gel, wekhevîya siyasî û bicîhanîna daxwaza ge) birêya dîyarkirina hinek faktoran an dezgehên heyî destnîşanbike dakû amanc bêtin pêkanîn.

Di demokrasîyên rojanede se xwezayên/îdealên demokrasî têkilavên. Sê mekanîzmên demokrasî yên bingehî hene kû rê didin rûniştevanan da kû berpirsîyarên xwe bikaribin helbijêrin an ên helbijartî biguherin, kû rûniştevan bikaribin herdemî tesîrê li biryarên kû berpirsîyarên wan digirin bikin û tenha kû ji dest bête bikaribin biryaran bihevire bigirin û mekanîzma sêemîn jî kû biryar piştî axiftinên/nîqaşên hûr û dûr û kur û piştî kû argûmentên çê û xerab lihimber hev hatine pêşkêşkirin, têtin dan. Di demokrasîyan de serxwebûna gel heye, ango gel biryar dide ne şah û ne xwedan û ne tukes jidervede û bitaybetî ne hêz, welat û dewletên biyanî. Demokrasî hevîya siyasî garantî dike ango di proseya biryardanê de giranîya hemî rûniştevanan weke heve û pêkanîna daxwaza gel garantîya berdewama/heyîna demokrasîyê ye gava kû têgihiştina piranîyê jibona dema dirêj serdikeve.

Pirsa kû berêz Brzo Mageed divê bersivê bidê eve: Çi an kîjan artikela destûra Kurdistanê li dij vê pêvajoya jore?

Azadîya mafê mirova û azadî û mafên rûniştevanî yên di destûra Kurdistanê de netenê ji ên destûrên welatên Rojhilata navîn lê ji destûrên hemi welatên Asyayî bêtirin.

Demokrasî daxwazêke mezin ji kesên ku hilbijartinek wendakirine dike. Yekî kû bixwaze herdem dikare argumenteke prensîbî bibîne da kû neserketinekê qebûl neke. Jiber vêyeke divête rûniştevan/citizen amadebin jibona xebata demokrasîyê, zanistîyên li ser asteng û bisînorbûyîna demokrasîyê bizanibin.
Beyana berêz Burhan Rasheed weke qebhetekêye û dûrî her hişê mirovatîye ye gava kû dibêje PDK û berpirsên wê yî li Bexda ne serast çêkerê nakokîya nav Begda û Kurdistanê bin jî sedemê vê nakokîyêne. Ev wek kû Burhan Rasheed bêje hemî dinya şaşe gava kû dibêjin Bexde naxwaze û nahêle mesela Kerkûkê û xakî Kurdistanî din çareserbibe û mada 140 tetbîqbibe û eve sedema nakokîya nav Bexa û Kurdistanê.

Wek kû Burhan Rasheed dibêje hemî dinya şaşe gava kû dibêjin çi di dema Îbrahîm Caferî de çi di dema Nourî al-Malikî de leşgerên zêde hatine şandin Kerkûkê, ereban barkirîye Kerkûkê û hatine biçekirin û eve sedema nakokîya nav Bexdê û Kurdistanê.

Weke kû Burhan Rasheed bêje hemî dinya şaşe gava dibêjin Bexdê li êrîşên terorîyî li ser kurdên sivîlî li Kerkûkê û êrşên liser dezgehên kurdîyî siyasî bes temaşekir û jiber vê yekê nakokîya nav Bexdê û Kurdistanê.

Weke kû Burhan Rasheed bêje hemî dinya şaşe gava kû dibêjin mafê Kurdistane kû li Kurdistanê li petrolê û zengînîyên dinî binaxî bigerin û Bexda dibêje na û jiber vêyekê nakokîya nav Bexdê û Kurdistanê.

Evin argumentê MPyê Gorran Burhan Rasheed kû li dij dengadana li ser destûra Kurdistan pêşkêş dike.

Berêz Kemal Muslim kû dibêje di sistemeke perlementerîde cihê bêtir dîtin û nerînên cuda heye jî yek ji nîşanên Gorrane kû tênegihiştîye ka azadîya xwe îfadekirinê/Freedom of speech çiye. Hebûna pir dîtin û ramanan negirêdayî yî bê çi sîstema te heyî jiber di herdu sîstemadejî cihê pir dîtin û ramanan ji xwe heye lê girêdayîyî bê kijan rûmetên demokratîk hatine amanckirin. Qanûna azadîya xweîfadekirinê û hebûnan îmkanên aborî û materîyalên madî, têgihiştina opozisyon kirinê, têgihiştina demokrasîyê û potansîyeleke entelektuel rê li pir dîtin û ramanan vedike. Wek mînak, heger Gorran xwedanî hemî televîzîyon, radîyo, rojname, belavok, internet, çapxanên Kurdistanê ba dê bes dîtin û nerînên Goran bihatana bihîstin û ên kû Gorran bixwesta. Ev numûne dide xwîyakirin kû hebûna pir dîtin û ramanan ne girêdayîyî bê kîjan sîstema te heye.

Berêz Kardo Muhammad kû dibêje di dema dengdana destûra Kurdistanê de hin ji PM a, kû iroj endamê Gorranin, derketin derve an li dij destûrê dengê xwedan, ev bicîhdike kû pêvajoya destûrê pêvajoyeke demokratîke. Ev yek çênabe kû wek îtîrazekê li dij pevajoya destûrê bête bikaranîn. Jiber li gor berêz Kardo jî mekanîzmên demokrasîyê hatine bikar anîn, hinek endaman li dij destûrê dengdane û hinekan jî dengdan boykotkirne. Ev herdû jî mafên demokratikin kû hatine bikar anîn. Divê neyête jibîrkirin kû di demokrasîyade destûr li gorî daxwazên opozisyonên katî an partîyên nûh avakirî nayête guhertin. Destûrek peymaneke civakîye û her car li gor dîtinên nû hatî an katî nayête guhertin.

Maskopia nav medîa û siyasetmeran:
Medîyên kû nikarin daxwazên demokratîkî bingehînî bicîhbînin karekî provakatîv li dij demokrasîyê dilîzin û yarmetîya rewşxerabkirinê dikin. Rewşa siyasîyî heyî xerabtirdibe gava kû siyasetmedarên pêşketî nikaribin bi taybetî li dij medîyên provakatîv û propagandîst gihiştineke/kamîlîyeke polîtîk nîşanbidin Jidêvla medîya lêkolînên avaker/konstruktîv, serbixwe û rexnegir bikin teqreqeke vala dikin. Ev roxandina rojnemegerîyî moralî ye di vê helbijartinêde bêguman û ev yek dikare bi xwedanmalîya partîyên siyasî bête îzahkirin lê ji mafê gelê Kurdistanê ye k û rojnemegerîyek serbixwe bixwaze.

Rojnemegerîya KNN a herî xerabe jiber newek rojnevanîyê lê wek mekîna propagandayê Gorranê kardike. Wek mînak; rojnemevan netenê pirsên rexnegir an pirseke cidî nake, lê rê jî jibona Nawshirwan Mustefa vedike da kû ka bila çi bibêje jî. Îdîayên Nawshirwan rê li pirsên kû pêşerojên gelê kurd eleqedardike vedikin lê rojnemevan van îdîayan wek rastîyên dîrokî, fakta an encamên lêkolînên zanîyarî dibîne. Ev jî nebes, rojnemevan rêdide Nawshirwan dakû îdîayeke din bike kû rojnemevanekî amator jî dikare şaşîya wî bibîne.

Pirsek tenê li dij îdîayên Nawshirwan nayête kirin, ev yek netenê jibo kû îdîayên berêz Nawshirwan qulqulîne û hevûdû nagirin lê alîyekî bûyerêyî din jî rêza jibona karê rojnemegerîyê ye kû karekî întelektûelîye. Di hevpeyvîna ligel serokê Gorranî nefermî Nawshirwan Mustefa de gewretirîn neserketina rojnemegerî û negihiştina siyasî eşkere ye.

Pirseke hipotetik/texmînî ji Nawshirwan Mustefa hate kirin. Ji dêvla kû redbike û bersiv nede Nawshirwan dest bi insinutionan dike û dûrajî wehîtîya encamên gotinên xwe dike. Erê ev nîşana nekamilbûna kesekî sîyasîye, lê kanî rojnemevanî!!!

Di kampanî û propaganda Gorran de rezaleta herî rojnevanîya KNN e kû xwe weke tejekê ji Gorran re radixe. Ji dêvla kû KNN lêkolîneke bê layan û madî liser hemî partî û hêzên beşdarî helbijartinan dibin bike, ji dêvla kû lêkolînkê liser xebata pêvajoya helbijartinan û ka pêwendîyên wan jibona pêşerojên Kurdistanê çiye pêşkêşî gele Kurdistan bike, xwe kirîye delalê Gorran. Mulkevanîya Goranî KNN diba rê li rojnemevanên KNN negirtaba kû bikarîbana rûmeta rojnemegerîyê biparastinan û newek serokê birnama Rûberû kû xwe berdestî sîyasetmedar Nawshirwan Mustefa kirîye (nîsan2013).

Dawî:

Tektîkên Gorran didin dîyarkirin kû Gorran ne li dû polîtîkakêye da kû guhertinên berbipêşdeyî, guhertinên pêşketî ji xwere kiribe amanc lê li dû desthilatêye lewra jî têdikoşe kû gelê kurd bixapîne û manîpûle bike da kû dengên xwe bidin Gorran, ev yek jî nîşana ne demokratîkbûyina Gorrane. Gorran bi rengê kampanî û propaganda xwe vekirî/eşkere manîpulasyona siyasî dike ango dixwaze gele Kurdistan bixapîne. Gorran tevgereke bê qublenemeye, dikare berê xwe bide her alî û here sucûdê, lewra jî Gorran ne layîqî bawerîya gelê Kurdistane.

Nawshirwan bi zatê xwe dibêje ême îdeolojîya me tuneye, em ne sosîyaldemokratin û nej î neteweperwerin. Berêz Nawshirwan dibêje ême pêşî tevgereke civakî bûn esta jî, ji ber kû yasayên Kurdistan şert dike, ême bûne partî.  (hevpeyvîn li gel Yonca Poyraz Dogan, todayszaman, 16 december 2012 ). De fermû! Madem îdeolojîya te tuneye, tu ne xwedî pirensîbe, standard û daxwazên te jibona hatindeyî Kurdistan tunene, çima tu sîyasetê dike ger nîyetate ne tenha desthilat be. Amanc gava tenha desthilat be nîyet her xerabîye.
Tiştê herî balkêş di kampanî û birnama Gorran a helbijartinan de, ke li dij helwestên desthilat a Kurdistanê (serok, hukûmet û perleman) derdikeve û her naxwaze ku Kurdistan de facto dûrî Bexdê bikeve lewra dibêje herin Bexdê û li gor destûra federal karbikin, mafê kurda bixwazin. Ji xwe napirsin gelo destûra federe çima danakeve qada jîyanê.

Argumentasîyona Gorran ji êrişên kesayetî, ithamên giran ên wek demokratî tetê fetisandin û insîniuationên bê bingehî pêk hatine kû bi rêya medîya û bi taybetî bi rêya televîzîyonê bi rojnemevanîyek ne nelayangir û nerastîyî kû jixwere kirîye norm/princip tête pêşkêşkirin.

Karê Gorran dike ne liser demokrasîyê, nej î jibona demokrasîyêye û nejî liser astengîyên demokrasîye lê bi tevayî li dij demokrasîyêye û bi taybetî jî li dij demokrasîya li Kurdistanê ye. Lewra jî Gorran ne hejaye bawerîya netewa kurd.

14.09.2013
Mazhar Seyda

(Nasname)

Back to top button