Polîtîk

Goran: Sextekarî YNK kiriye ne Îranê

Rêveberek Tevgera Gorran di babeta sextekariyên helbijartinê de Îranê paqij nîşan dide û red dike ku destê Îranê di sextekariyê de hebe û dibêje YNKê bixwe sextekarî kiriye.Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Xelîl Serkanî ji BasNewsê re ragehand û red kir Îran destê wê di sextekariyên helbijartinê de hebe û got: ‘’Raste YNK yek ji dostên Îranê yê li navçeyê ye, lê di vê derê de karê ku hate kirin ne hinde mezin e ku Îran têkel bibe û YNKê bixwe sextekarî kir.’’Herwaha Serkanî got: ‘’Endamên polîtburoya YNKê piraniya xwe agahiya wan ji vê sextekariyê tinebû û dibe ku tenê 1-2 kesan ew kare zanîbe. Li gel vê yekê jî sextekariya ku hate kirin bixwe serpereştiya wê kir. Herwaha bi rêya wan şîrketên ku sandoqên dengdanê çêkirine destverdan li data û flash memory û tiştên wê ango hafiza wê kirine.’’Herwaha wî endamê Civata Giştî ya Gorran malbata Talabanî bi sextekariyê tometbar kir û got: ‘’Hin amaje hene ku pêwîste lê têgeheştin hebe. Em li rikberiya nav baskên YNKê bikin, ew namzedên ser bi baskê malbata Talabanî nînin, derneketin. Ji ber ku rikberiya wan tenê li gel me nîne. Rikberiya wan dinav xwe de jî heye, jinavbirinê di nav xwe de jî pêktînin. Kesên ku bi dilê wan nîne, yan jî siyasetê bi dilê wan nake wî didin aliyekê, dibe pêngavên dema pêş bi coreyeke din jî be.’’Derbarê helwêstê hin ji endamê polîtburoyê û rêveberiya YNKê, ku xwedê girawî ne li gel sextekariyê ne jî Xelîl Serkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derewan dikin û hemû bi vê serbilind in. Ez ji Gorran im û endamê Civata Giştî me û di destpêka damezrandinê de li gel im, lê eger ew sextekarî Gorran bikiran, ez yek hûrdemekê jî li gel Gorran nedimam. Lê ew rast nabêjin. Başe çawa dibe partiyek 16ê cotmehê ew bûyer kiribin, aliyek jê cuda bûye, xelk birsî kiribe, ew hemû ne şefafiyeta wê hebe, ewqas malwêranî bo xelkê ava kiribe, xêre xelk deng bide wan. Ev sextekariye kes nikare înkar bike û nayê weşartin jî wek rojê aşkeraye. Ji ber li berçavê cîhanê û xelkê ye. Sextekarî jî YNKê bixwe kir. Di nav YNKê de ên ku kirine jî ji tiliyên destekê derbas nabin û pêwîst nake navê wan bînim.’’Mestan Amanc/Bas
Back to top button