Polîtîk

Em ji bo gotûbêjkirina destûra nû diçin Moskowa

Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd Îbrahîm Bro ragihand, ku ew di destûra nû ya Sûriyê de giringî didin du tiştan û got, ku yek ji wan xalên giştî ne û ya din jî misogerkirina mafên gelê Kurd e di destûrê de.Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd û endamê şanda ENKSê ya ji bo Moskowê Îbrahîm Bro beşdarî Bûltena Rojava ya Rûdawê bû û ragihand, ku di serdana xwe ya Rûsyayê de ew dê li gel berpirsan li ser dubare nivîsandina destûra Suriyeyê gotûbêjan bikin.Bro da xuyakirin, ku şanda wan dê di 29ê Gulanê de li Moskowê li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov re hevdîtinekê pêk bînin.Îbrahîm Bro bi bîrxist ku Ev ne cara yekemîn e ku ew diçin Moskowê û wiha axivî:“Beriya her civîneke Cenevê em serdana Rûsyayê dikin. Heta vê kêliyê jî li Sûriyê rola sereke ya Rûsyayê ye. Hem ji bo rewşa Sûriyê û çareseriya siyasî bi tevahî û him jî ji bo gotûbêjkirina xala destûrê em diçin. Ji ber ku hemû aliyên navdewletî niha li ser nivîsandina destûra nû ya Sûriyê disekinin.”Bro balkişande ser wê yekê ku nêrîna Rûsyayê ya derbarê mafên Kurdan û bicîhkirina wan mafan di nav destûrê de nêrîneke baş bûye û diyar kir, ku ji aliyê hêzên navdewletî ve misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de mijareke pir giring e.Îbrahîm Bro diyar kir, ku hin xal hene ku pêwîste bivênevê di nava destûrê de cîh bigrin û got: “Mesela demokrasiya Sûriyê, mafên mirovan û mafên neteweyan û bi taybetî jî danîna mafên neteweyî yên Kurdan di nava destûra Sûriyê de ji me re gelek giring e. Xalên hevbeş ên li gel Sûriyê giring in, weke ENKS heta niha jî em doza Sûriyeyeke federal dikin û dixwazin herêma Kurdistana Sûriyê jî beşek ji wê federalîzmê bibe.”Li ser pirsa, “Gelo Rûsya jî pitşgirî dide vê nêrînê?” Bro diyar kir: “Berê wan jî behsa modeleke federalîzmê dikirin, niha hinek nêrîna wan hatibe guhertin jî dîsa di her boneyeke fermî de didin xuyakirin, ku pêwîste mafên Kurdan di destûrê de were parastin.”Îbrahîm Bro tekez kir, ku dema mijara nivîsandina destûrê bikeve rojevê ew dê kesên pispor ji bo vî karî destnîşan bikin.

Back to top button