Nivîsar

Ger Êzidî ne Kurd bin, Kurd kî ne?

Vê sibehê biraderê me Fehîmê Mûrê, vîdeoyek bo min hinartiye. Deme min temaşe lê kir, ez şaş mam ku çewa axaftineke wisa hem jî bi kurdî tê kirin!

Di vîdeoyê de 12 kes kom bûne, zilamekî bilind ku temenê xwe li dora 50-55 salan e li pêşiya wan microfon girtiye û bi kurmanciyeke zelal û paqij weha dibêje:

. Em miletê Êzîdî yê Urêtê qeza Varênê li virê kom bûne. Em ne Kurd in, em miletê Êzîdî ne. Em nerazîbûna xwe ji bo Hazimî diyar dikin ku gotiye Êzîdî Kurd in. Roja 27/ 07/ 2020 li Laleşê civata şêxan Hazimê kurê Mîr Tehsîn Beg wek Mîrê Êzîdiyan kifş kiriye. Piştre Hazinî gotiye: ”Em Kurd in..”  Em Hazimî wek mîrê Êzîdiyan qebûl nakin. Divê mîrek ji Êzîdiyan bête kifşkirin. Herweha divê Şengal jî nebe malê Kurdan…

Axaftina wê vîdeoyê helbesteke Melayê Cizîrî anî bîra min:

Bêzî dikit ji qencan, ji remz û naz û xencan

Qedrê gulê çi zanit, kerbeş divêt kerê reş

Dil geşt e min ji dêrê, naçim kenişteyê qet

Mihrabi wê bi min ra, wer da biçine Laleş

Bêguman Ezdatî jî weke piraniya olên cuda olek ji olan e, ayîn e, perestinî ye.

Di mêjuya dinyayê de  ol û dîn, nebûne nijad û nabin jî. Her kes xwe bi nijada xwe dide naskirin.

Yekî Ermenê îsewî, dibêje: Ez Ermen im.

Yekî Erebê bisilman, fileh û Şîa dibêje: Ez Ereb in.

Yekî Tirkê şaman, fileh û bisilman dibêje: Ez Tirk im.

Gelo ev çi ava reş e ku bi mejiyê van kesan ve hatiye ku dibêjin: Em ne Kurd in, lê em Êzîdî ne?

Hindik maye ku hinek li ser navê Kurdên ji mezhebê Şafiî û yên Henefî jî derkevin û bêjin: Em ne Kurd in lê em Şafiî û Henefî ne.

Hingê em ê jî bêjin: Bijî Şafiistan û bijî Henefistan!..

Ez wek kurdekî bisilman hem jî mele, dibêjim: Kurdên paqij û petî, Kurdên Êzîdî û Kurdên Seyid in.

Divê Kurd di mesela nijada xwe de neyên lezytika Ermen, Tirk û Ereban…

10/ 10/ 2020

https://www.facebook.com/Dengemilet/videos/907566262934672

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button