Malper Polîtîk Rêkeftina Şingalê destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140ê

Rêkeftina Şingalê destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140ê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ya derbarê mijara asayîkirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku “ew rêkeftina destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140 ya Destûrê Iraqê.”

Daxuyaniya Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Rêkeftina îro ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya bo normalkirina rewşa Şingalê, encama karkirina cidî û danûstandina çend mehî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku hevkar dibe bo vegera serfirazane ya koçberên Şingalê ku rastî êş û azarên gelek zêde bûne li ser destê DAIŞê.

Bê guman normalkirina rewşa Şingalê di biryara xelkê Şingalê ya derbarê çarenivîsa wan de xwedan roleke girîng e. Me herdu aliyan lihev kir ku Şingal di warê îdarî, ewlekarî û xizmetgûzarî de bi awayeke hevbeş werin îdarekirin, ew rêkeftin destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê.”

Piştî îmzekirina rêkeftinê min peywendiyeke telefonî lige Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê rekeftinê de encam da. Em spasiya herdu aliyan dikin bo bi encamgehandina vê rêkeftina  girîng. Ew yek belge ye bo wê ku eger hemahengî di navbera her du aliyan de hebe wê demê dikarin destkeftin zêdetir jî bidest bixin li ser esasê berejwendiyên hevbeş. Em piştigîriya her hewla destpêşxeriyeke civata navnetewî ya bo binyata wêrankariyên ku terorîstên DAIŞê li Şingalê pêk anîne dikin.

Li wir lazim e spasiya Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis Plasschaert bikim bo piştîvanî û beşdarîkirina raste rast a bo bi encamgehandina wê rêkeftinê.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê

9.10.2020”

Bê nêrîn

Nerîna min :