Serokê Amerikayê yê demekî George H. W. Bush jiyana xwe ji dest da. Bush 94 salî bû. Nûçeya mirina serokê berê yê Amerikayê kurê wî ku ewî jî serokatiya Amerikayê kirîbû George W. Bush ji bo cîhanê ragihand.

George H. W. Bush 41. serokê Amerikayê bû. Ew navbera salên 1989 – 1993 li Qesra Sipî rûnişt û serokatiya Amerikayê kir.

Bush sala 1924ê ji dayik bibû. Ew di şerê cihanê yê duyem de di nava Artêşa Amerikayê de bû. Herweha di vî şerî de birîndar jî bibû.

Sala 1990ê dema Iraqê Kuwet dagirkir, Bush bi biryara NY hevpeymaniyek navdewletî pêkanî. Roja 16 – 1991ê bi êrîşa ezmanî li dijê Iraqê şerê Kendavê destpê kir û heta dawiya meha Sibatê berdewam bû.

Hilbijartinên sala 1992ê yên serokatiya Amerikayê de li himber kandidatê Demokrata Bill Clinton winda kir.
Kurê wî yê mezin George W. Bush hilbijartinên 2000ê û 2004ê du cara li ser hev kar kir û bû serokê Amerikayê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: