Civak

General li hev mikur tên

Di nav generalan de hinek minaqeşeyan destpêkir. Piştî fermandarê Orduya 1-ê ya Stanbulê yê kevin, Çetin Dogan ji bo plana darbeya Balyozê hate girtin gelek tiş hatin guhertin.

Yek ji wan di cêh de serokkomar, serokwezîr û serokerkanê Tirkiye civînek awarte pêkanîn.  Naveroka vê civînê li ser girtina general Çetîn Dogan û hevalên wî bû. Lê li gora ku hatî eşkerekirin cara ewilê ku sererkanê Tirkiye Başbûg çewtiya di nav leşker de qebûl dike û soz dide ku ew tiştên ne li gora destûrê hatin kirin dê di derbarê wan de lêpirsîn çêbibe. Welê dixweyê ku Başbux, di vê civînê de li Çetin Dogan xwedî dernakeve.

Çetin Dogan hat girtin û bi leyiztikekî dadwerî hate berdan. Lê hinek dozeran îtiraz li berdana wî kirin û cardin piştî hatî berdan du rojan hate girtin. Niha Dogan wek hinek generalên din bi hîla û pîla nexweşxaneya leşkerîde dimîne,lê girtiye. Dogan di eşkerebûna plana darbeya leşkerî ya Balyozê de serokerkanê Tirkiye yê berê Hilmî Ozkok tawanbar kir û gote ewe ku yê belgeyên me eşkere kirî.  Lê Hilmi Ozkok bersiva wî da û got: “ Dixweyê rewşe wî  ne başe, ew nizane çi dibêje. Kî çewtiyek kiribe dive cezayê xwe bikşîne. Eger ew zehftir xeber bide, ezê wî bidim dadgehê“

Bî vî awayî ev cara yekem e, di nav generalan de li himber medyayê û eşkere minaqeşeyên bi vî awayî tên kirin.
Li Tirkiye kesek nizane çi dibe. Lê dixweyê di dîroka cumhuriyetê de  yekem care ku ev tişt, tên sere leşkeran. Îmtiyazên wan kêm dibe, hêdî vekirî rewşa wan tê nirxandin, di medyayê de eşkere tên rexne kirin. General derdikevin li himberê dadgehên sivîl tên darizandin. Ev tişt hemi belkî welatek demokratik de gelek normal bin. Lê li Tirkiye ne normale. Lê roja ev yek li Tirkiye jî bibe normal dê gelek tişt bêne guhertin.

 

RojevaKurd

Back to top button