Polîtîk

Talebanî digel balyozên Tirkiye û Îranê hevdîtinan pêk anî

 

Îro êvarê serokkomarê Iraqê Celal Talebanî digel balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Murat Ozçelîk hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de gotûbêj li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Iraq û Tirkiyeyê hate kirin.

Serok Talebanî ronî xiste ser danûstandinên aliyên siyasî yên serkeftî di hilbijartinê de û amaje bi hewlên berdewam ên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş a niştîmanî kir.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Murat Ozçelîk jî rola serok Talebanî di komkirina hemû pêkhatên Iraqê ji di Iraqeke demokratîk a nû de bilind nirxand.

Her îro serok Talebanî digel balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Hesen Kazimî Qumî hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêwendiyên navbera herdu welatan hate kirin û cext li ser berfirehkirina wan pêwendiyan hate kirin.

Herweha rewşa dawî ya siyasî hate rojevê û Kazimî Qumî piştgiriya welatê xwe bo ezmûna demokratîk a Iraqê nîşan da.

Di hevdîtinan de cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî û şêwirmendê serokkomar Fexrî Kerîm jî amade bûn.

2010-04-08

 

(PUKmedia)

 

Back to top button