Polîtîk

Konsolusê Tirkiye serdana Duhok kir

Duhok – Doh piştî nîvro konsûlê Tirkiye yê li Hewlêrê Aydin Selcen û şanda pê re serdana bajarê Duhokê kir. Di vê serdana xwe de civînek li gel parêzgerê Duhokê saz kir û di vê kombûnê de konsûlê Tirkiye yê li Hewlêrê, behsa rewşa deverê û herweha giringîya vekirina konsûlxaneya Tirkiye ya li Hewlêrê kir.
 Herweha di vê kombûnê de behsa van hesankarîyan hatin kirin, ku bi vekirina konsûlxaneya Tirkiye ya li Herêma Kurdistanê hevwelatîyên Kurdistanê û bazirganên Herêma Kurdistanê mifa ji  van hesankarîyan werdigrin.
Parêzgerê Duhokê Temer Remezan jî, di daxuyaniya xwe de da kifşkirin ku,  vekirina konsûlxaneya Tirkiye ya li Hewlêrê, kar û barên giştî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û turkiye de baştir kiriye. Divê hatina sermeyadarên Tirkiye ji bo Kurdistanê bête teşvî k kirin.  Ji ber ku aramî û asayiş di Herêma kurdistanê de heye.
Konsûlê Tirkiye jî li ser hevkarîya navbera herdu alîyan sekinî û ragihand, ku dê ev nûneratîya xelkên Herêma Kurdistanê û bazirganên Herêmê li Turkiye bike û peyman jî da , ku dê pîkolan bike investkar û kompaniyên Turkiye ber bi Herêma Kurdistanê ve bihên, da ku pirojeyên giştî û bazirganî li Herêma Kurdistanî cîbecî bikin.
Aydin Selcen herweha,  behsa asta bazirganiya Tirkiye li gel Iraqê kir û got : “ Sala bûrî bazarganiya nevbera Tirkiyeû Iraqê gihajtiye 10 milyar dolar. Piraniya vê jî li gel herêma Kurdistanê bûye.

Back to top button