Polîtîk

Pirsa petrolê ket rojeva Hewlêr û Bexdayê

Şandeyeke wezareta petrolê a hikûmeta Îraqê dê serdana herêma Kurdistanê bike û dê, li dor pirsên petrolê, bi serokê hikûmeta herêma Kurdistanê re bicive.

Abdulkerîm Leyîbî cîgirê wezîrê petrola Îraqê di daxuyaniyekê de got ku, roja yekşemiyê şandeyeke wezareta petrola Îraqê dê serdanan Hewlêrê bike.

Leyîbî got: Ji bo çarerkirin apirsa kontraktên patrolê, hinartina petrola Kurdistanê bo derve  û hin meseleyên din yên girêdayî warl neft û gazê, şandeya wezareta petrola hikûmeta Îraqê di bi serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê deramtên xezayê yê hikûmeta Kurdistanê re bicive.

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê ev nûçeye piştrast kir û tekîd kir ku dê heyeteke wezareta neftê a hikûmeta Îraqê serdana Hewlêrê bike.

Weke tê zanîn yek ji pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê meseleya hinartina petrola Kurdistanê û dahatiyê wê ye.

Back to top button