Gelperwerî û bawerî

 Em bi ayetek dest pèbikin, Xwida  « Geli mirovan me we , ji dayik û bavek afirandiye, ji bona ku  hun hev nas bikin».Di vir de  Ol , Bawerî û Netew nîne, bingeh mirov hene .Lè berdewamîya ayetè de, Xwida « Me we Qebîle û milet milet gerandîye. Di vir de terîfa Nasnama nijadè kirîye. Di ayetek de jî Ji,Ayetèn me ayetek jî eve,  me reng  û ziman daye we, kesèn reng û zimanè hev inkar bikin , ew Xwida û Ayetèn wè jî înkar dikin. Piştre Gelî bawerndan me ji we re Rèberan sandîye , ku hun ji tarî û nezanîyè rizgar bibin. Ev jî ku ji bona mirov Ol û bawerîya xwe tanzîm bike, pèwîstî bi pirtuk û Pèxewberan heye.Em dibînin ji hz Nuh  heya dema dema hz Ïbrahim û hz Mîhemed Tekoşîna netewîyetè nîne. Qiralîyet wek Nemrud û hz  îbrahim, Hz Musa û firewn,Heyanè hz Mihemed û Ebucehilan. Heyanè vira Zalim mezlum û dagirkerî heye, lè ne jibona Kurde , Erebe an jî  ji nijadek dine. Dema Firewn hinek cudaye li hemberî Ïsrailiyan.Em di bînin pistè wefata hz Mihemed şun de, Şehadeta hz Elî û malbata wî,idî dest hilatdarîya Emewîyan dest pè dike. Xilafet radibe, dewsa wè de , Saray û Saltanat ava dıbe, Dewletek Sunî û zordarî dest pè dike. Ev rèzik ji Emewîyan  heyanè  roja îroyî  berdewame. Bi navè Ol û bawerî yè, Ziman , reng Mafèn wan qedexe kirin. Wek AKP ziman û hemu mafèn Gelè Kurd red û înkar kirin. Zarok, jin, kal û pîrèn me qetil kirin. Di dema Nemrud û Firewnan de  zordarîya li ser Gel ne ji bona Reng û zimanèn wan bun.Lè  îro he bun û zimanèn me Kurdan çewan qedexeye, Her wisan Tirbèn mirîyèn me jî  hilwesandin. Serok û Rèberèn me cîhèn  tirbèn wan ne dîyarin. Di vir de ev sosreta  anîne ,serè Gelè me, ne Ol , ne Demokrasî û ne jî ; di mirovatîyè de heye. Em bangek li Gelè  me yèn welatparèz û Bawermend û li hemu Mirovatîtîyè dikin .Ol , netew, reng û  Bawerîyèn me çi di be bila bibe ,li hemberî zaliman bè deng nemînin. Bi hèvîya rojèn wek hevî û Azadîyè.    Feyzî –Mîrhesen / Parîs

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: