Polîtîk

Şingal beşeke veneqetandî ye ji Kurdistanê

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, rêjîma dîktator ya berê a Iraqê li gor dilê xwe li hember hin deveran tevgeriya ye û ew dever xistiye ser hin parêzgehên Iraqê û ew ne bi vê wateyê ye ku ev deverên han ser bi parêzgehekî diyar in, bêguman Şingal beşek veneqetandî ye ji Kurdistanê.Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekî de bo Rojnameya Financal Times eşkere kr ku piştî ew hemû qurbanîdan û rijandina xwînê bo azadkirina Şingalê vê emê dev ji Şingalê ber nedin.Mesrûr Barzanî got: “Rêjîma dîktator ya berê a Iraqê li gor dilê xwe li hember hin deveran tevgeriyaye û ew dever xistiye ser hin parêzgehên Iraqê û ew ne bi vê wateyê ye ku ev deverên han ser bi parêzgehekî diyarin bêgoman Şingal beşeke veneqetandî ye ji Kurdistanê.”Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku kurd naxwaze bi awayekî raste rast rûbirûyê Bexdayê bibe û kurdên êzîdî jî di hilbijartinên berê de bi eşkere diyar kirin ku beşekin ji Kurdistanê û dixwazin her wisa berdewam bin.Derbarê operasiyona azadkirina Şingalê de jî Mesrûr Barzanî got: “Pêşmerge nehêla ku PKK û PYD beşek bin ji plana azadkirina Şingalê lê ew li ser vê yekê ku bi awayekî xweserane û tek alî tev bigerin biîsrar bûn lê ew ne beşek bûn ji plana azadkirina Şingalê lê dixwestin destwerdaniya palan han bikin û piştre jî nîmayişeke taktîkî bikin daku bibêjin em jî li wir bûne.”Derbarê azad kirina Mûsilê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku niha ji aliyê Bakûrê, Bakûrê Rojava û Rojhilat ve Mûsil ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin lêbelê mimkune aloziyên han asteng bin li berdem hevkarî kirin û hemahengî kirin di êrîş kirine ser terorîstên DAIŞê di nava Mûsilê de. 

Back to top button