Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, dazwaza Heyder Şeşo ew bû ku ew û hêza wî têkevin ser Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî jî li ser vê daxwaza wî razî bûye û Heyder Şeşo û hêza wî dê bikevin ser Wezareta Pêşmerge.Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Min daxwaza Heyder Şeşo gihand Serok Barzanî ku ew û hêza xwe dixwazin têkevin ser Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî jî razî bû û Heyder beşo û hêza xwe dê bikevin ser wezareta Pêşmerge da ku xebatê bikin li dijî terorîstan li Şingalê û li ser hemû axa Kurdistanê.”Wî fermandarê Pêşmerge li Şingalê wiha got: “Ev biryara Serok Barzanî dê di demeke nêzîk de cihbicîh bibe.”Şeşo wiha domand: “Heyder Şeşo kurdekî êzîdî ye û ji 3ê Tebaxê de ligel birayên Pêşmerge şerê DAIŞê kiribû û biryara wî ne bi ti partiyekê ve girêdayî ye.”
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


