Polîtîk

Gelo YNK tevlî operasyona Qendilê dibe?

Daxwazî tê kirin  ku YNK di operasyona Tirkiyê ya li dijî baregehên PKKê yên li Qendîlê de jî beşdar bibe.

Piştî fermana cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî bo daxistina avahî û baregehên saziyên nêzîkî PKKê yên li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, YNKê dest bi daxistina baregehên PKKê û girtina endam û alîgirên wê kir.

Çavdêrên siyasî dibêjin, îhtimal heye YNK ji bo ku zêdetir dilê Tirkiyê xweş bike, dê beşdarî operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKKê bi taybet operasyona ku Tirkiy dixwaze li dijî Qendîlê bike, bibe.

Li ser vê mijarê, çavdêrekî siyasî bi navê Hêmin Seîd, di gotarekê de ku ji BasNewsê re nivîsiye, pirsiye: YNK çima wiha dike? û gotiye, wisa xuya dike YNK dê tedbîrên hiqûqî û siyasî yên tundtir li dijî PKKê her wiha li dijî wan kesên ku piştevaniya PKKê dikin, bigire.

Hêmin Seîd her wiha gotiye, îhtimal heye YNK beşdarî operasyon û êrişên Tirkiyê yên li ser PKKê jî bibe bi taybet ew êrişa ku Tirkiye dixwaze li dijî Qendîlê bike. Eger yekser jî beşdar nebe dê herî kêm li hember wan êrişan bêdeng bimîne.

 

Back to top button