Nivîsar

Gelo PKK dixwaze Hewlêrê jî weke Efrînê baş(!) bi rêve bibe ?

Rêveberê PKK’ê Dûran Kalkan got, “PDK’e nikare Başûrê Kurdistanê biparêze û bi rêve bibe, wê demê bila dev jê berde, em weke KCK û gerîla dixwazîn îdara Başûr bi rêve bibin.”  Dûran Kalkan Çima wisa got? Ji ber ku Kalkan îdîa dikir ku PDK’e nikare şer bike û Kurdistanê biparêze. Lê dema ku PDK ê dest bi têkoşînê û şer kirî, Dûran Kalkan hê ji dayik nebûbû. Di salên 1970 î de dema ku PDK û Tevgera Barzanî bi hikûmeta Iraqê re danûstandin kirin, Dûran Kalkan hê nizanibû Kurd kîne û çek çawa tê bikaranîn. Dûran Kalkan û hevalên wî di cara despêkê li liqa yek ya PDK ê fêrî girêdana rext û çekî bûn.

PDK’ê bênavber ji nîv sedsalî bêhtir şer kir û tevî hemû dorpêçên her çar dewletên kolonyalîstan partîyên taşaron weke PKK’ê û DAÎŞ ê li ber xwe da. Herçiqas nîv fermî be jî, rêveberiyek wek dewletekê ava kir, dîplomasî meşand, ala Kurdistanê jî xiste nav alayên cîhanê. Gelo Dûran Kalkan û partiya wî çi kirî ye? Sifirek mezin. Di nava 40 salan de 40 cm erd rizgar nekirî ye, li qada xebata bakur gundek jî di deste wan de nîne. Me her tişt derbas kir, PKK, mîna yekîneya êrîşkar a Împeratoriya Osmanî ya ne. Yekîneyên Akincî di rêxistina leşkerî ya împeratoriya Osmanî de hêzek bû. Beriya ku artêşa nîzamî ya Osmaniyan derketiba seferê, ev yekîneya Akincîyan êriş dikir, yê hemberî xwe lewaz dikir û gazî artêşa sultan dikir. Piştî van kiryaran artêşa Osmaniyan diçû ew dever dagir dikir. Erka PKK   ê ya li başûrê Kurdistanê jî erka yekîneya Akincîya ne. Artêşa Tirk a dagirker li ser şopa PKK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê de pêşve diçe.

Dûran Kalkan bêyî ku ji xwe şerm bike hatîye dibêje em daxwazkarîn ku Hewlêrê îdare bikîn. Çima daxwaza îdareya Efrînê nake? Ma ne Efrîn ji aliyê PKK’ê ve dihate birêvebirin. Heroj di nava bajarê Efrînê de gef li Tirkan û hemû cîhanê dixwerin? Çi qewimî ku ew di nava şevekê de Efrîna rengî radestî dagirkerên Tirk bikin ? Dûran Kalkan û partiya wî nikarîbûn bihostekî erdê Kurdistanê biparêzin. Ma ne ew Dûran Kalkan bû di got, “Eger Tirkiye Efrînê bigire em jî wê Şemzîna bigirin.” Lê ev gefên Kalkan berhewa bûn û şûna ku navenda Şemzînan bistîne çîyayên wê mîna Xakûrk, Şekîf û hwd dane dest Tirkiyê. Şûna ku tola Efrînê rakin xakûrk jî kir dîyarî bo artêşa Tirk. Yek ji fermandarên HPG’ê, Zozan Çewlîk jî got, “Eger em li Zapê winda bikin, em ê Barzan bigirin.” Bi kîjan awayî ku hûn lê binêrin, tenê PKK’e dixwaze xerabîyê bigihîne destkeftên Başûr. Ev xirabî ne nû ye Pir kevn e. PKK’e nabêje emê Gabar, Cûdî, Amed, wan, Colemêrg, Çelê ji ber dagirkirina Zap ê ji Tirkan bistinim. Ew axê ji dagirkeran naxwaze. Ew dixwaze li ser axa bi xebata 130 sala hatiye rizgarkirin, birûne.  Daxwaza xeracê ji axên jixwe azadkirî yên Kurdan dike.

PKK’ê di salên 1970 yî de jî ji PDK ê cih di xwest

Yên ku hewl didin dijminatiya PKK’ê ya dijî PD’ê rave bikin hene. Bi hinceta PDK tawîzan dide Tirkiyê, PDK artêşa Tirkiyê narawestîne û gazê difiroşe Tirkiyê. Ji ber vê yekê PKK’ê dijî PDK’ê disekine…şîroveyên wiha dikin. Lê di salên 1970 yî de PKK’ê beriya ku êrişî dewleta Tirk bike êrîşî PDK’ê kir. Bi dehan milîtanên KUK, KAWA û hwd li Mêrdînê û deverên din kuştin. Bi dehan şexsîyetên rêber û sîyasetmedar qetil kirin. Di wê demê de PDK’ê ne petrol difirot, ne gaz difirot û ne jî xwedî parçeyek axa rizgarkirî bû. Wê demê çima êrişî faşîstên Tirk yên li Meraşê, Meletî û deverên din nekir û çûn li Mêrdîn, Amed û Dêrsimê êrîşî endamên PDK’ê û Kurdên neteweperest kirin? Ji ber vê yekê mesele ne li ser têkiliyên PDK-Tirkiye ye. Mesela li ser wezîfeya PKK’ê ya erka Cehşî yê ye.

Êşa kurî ya PKK’ê ne nû ye

Belê, PKK’ê her tim dijminatiya kevneşopîya rêbaza PDK’ê kiriye. Weke mînak di sala 1988 an de PDK’ê bi Tirkiyê re ti pêwendî tine bû, gaz nedifirot, lê PKK’ê dîsa bi Seddam re li dijî PDK’ê peymanek çêkir. Gelek cih girt, wek Metîna, Xaxurk, Heftenîn û hwd. Soz da rejîma Iraqê ku PDK’ê nehêle li van deverên çîya yî. li ser vê peymana bi Iraqê re gelek Pêşmerge bi bêbextane şehîd kirin û cenazeyên wan radestî artêşa Iraqê kirin. Rêjîma Saddam hat rûxandin, lê PKK’ê soza ku dabû Seddam neşikand. Vê carê ew dever radestî artêşa Tirk kirin.

Lê paşê mesele hê mezintir bû. Rêvebirên PKK’ê her tim bi êşeke mezin ya Kûryê di jîn. Tu carî nikaribûn vê êşê ragirin. Ew êşa dûvikî bi taybet di sala 1991 ê de li dema “destxistina mafê îdara herêmî” ya Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Wê demê jî PKK’ê nikarîbû vê destkefta rêveberiya xweser a Başûr daqûrtîne. Hezar û yek hîlebazî kirin ku bibe hevparê rêveberiyê. Di cih de partiyek bi navê Partiya Azadiya Kurdistan PAK damezrand. Got em hêza sêyemîn in başûr de, û xwe gîhand hemû bermahîyên Seddam ango cehşên wî ku PAK’ê ser ava bike. Wê demê PKKê digot “PDK’e dewleteke serbixwe naxwaze, otonomiyê dixwaze. Rê li ber serxwebûna Kurdistanê digire.” Bi vê tewanê dixwest li Başûr xwe bike şirîkê desthilatê. Di tevahiya sedsala 20. de Kurdan yekemîn parlamentoya ku di qada navneteweyî de hatiye naskirin ava kirin. Roja din PKK   êrîşî pêşmergeyan kir. Wê demê ti tiştekî PDK û Başûr tunebû. Mirov birçî bûn, ji her derê dorpêç kirî bûn, Ambargo hebû, Nan tune bû. Wê demê PKK   ê êrîşî deriyê sînorî yê Xaburê dikir û digot, eger ji dahata deriyê Xabûr hûn me pişikdar nekin em rê nadin ku ev derî bê bikaranîn.

Di sala 1991an de li Başûrê Kurdistanê ne gaza firotinê û ne jî têkiliya bi kesî re hebû. Wê demê jî PKK’ê êrîş kir?

Dema mirov li hemû pêvajoyan dinêre, PKK’ê ji salên 1970 an û vir ve bi domdarî li dijî rêbaza PDK şer kirî ye. PKK’ê her tim tiştê ku ji dagirkeran nexwestî ji KDP’ê daxwaz kirî ye, ji bo vê jî êrîş dike, reş dike û tundiyê bi kar tîne.

Lê şêwaza êrîşa PKK’ê ya vê dawiyê ji ya berê pir cuda ye. Lezek mezin, panîk û windakirina demê heye. Mîna ku dem li ber we hatiye danîn.

Belê, demek ji PKK’ê re hatiye danîn.

PKK’e çima niha êrîş dike?

Eger em bixwazin sedema zêdekirina êrîşên PKK   ê yên li ser Herêma Kurdistanê yên di bin navê PDK ê de, em ê li plana sala 2023 an a Tirkiyeyê binêrin. Tirkiye beriya ku kevir li Rojhilata Navîn bi cih bibe dixwaze bi qasî ku bikare erdên xwe mezin bike. Bi rastî jî Tirkiyê dixwaze bigihêje sînorên xwe yên Misai-mîllî. Ji bo vê jî pêwîstî bi Kerkûkê heye. Ji bo xwe bigihîne Kerkûkê divê xwe bigihîne Hewlêrê. Ger Tirkiye bigihêje Hewlerê, wê armanca xwe ya Misaqa-milî garantî bike. Kî wê Tirkiyê bîne Hewlêrê? Bê guman wê PKK   bi be.

Weke ku me li jor jî behs kir, dema ku em xwe ji qalibên asayî, efsane û hestyarî xilas bikin, dê vê rastîyê bi zelalî bi bînin. PKK   yêkîneya akincî ya dewleta Tirk e. her cîhê ku PKK   diçe Tirkiye jî li ser şopa PKK   ê pêşda di çe. Sûriyê li li ser bajarê Hatay ê mafê îddîa dikir. Ev ji bo Tirkiyê xeterek mezin bû. Lê PKK   ê di şevekê de Efrîn bi awayekî korsanî ji dewleta Tirk re hişt. Li şûna ku Sûriye Hatayê bigire, Tirkiyeyê Efrîn girt. Tirkiyê di heyama 4 salan de çiyayên herî asê yên Kurdistanê, dirêjahiya çîyayên Zagrosê girt. Hevsarê PKK yê li destê dagirkeran de çawa dixwazin we badidin.

Dewleta Tirk û PKK Hevbeşin di dorpêça li ser Hewlêrê

Niha PKK   ji dewleta Tirk re zêdetir cih vedike. Ji ber vê yekê PKK   di Şengalê de israr dike. Şingal tê wateya derîyê Mûsil. Ji ber vê yekê fermandarê HPG’ê Barzan nîşan dide, Barzan tê wateya Hewlêr. Tê wateya zincîra çiyayên dawî ya beriya Hewlêrê. Tê wateya êrişkirina ser binyatê xeta neteweyî. Ji ber ku rêya Dewletbûna Kurdistanê li BARZAN re derbas dibe. Jixwe Duran kalkan rasterast daxwaza Hewlerê dike. PKK   dixwaze berîya sala 2023 were erka xwe ya wê peymana li Îmralî hatî çêkirin bi navê “plana Erbîlê” cîbecî bike. Da ku dewleta Tirk bigehe mirad û mexsedên xwe yên Misaqi-Millî.

Nexêr ev ne gotegot kin. Sozên ku Evdila Ocelan li Îmraliyê dane dewleta Tirk hene. Ocalan got, “Werin em bi hev re Hewlerê bigirin, bila ev Peyman di navbera me de veşartî bimîne, bila piştgiriya we neyê zanîn.” Soz da ku dewleta Tirk bîne Başûrê Kurdistanê. Hurgulîyên vê peymanê di videoyên Evdila Ocelan de mewcudin.

Çima PKK   di sala 2000 de êrişî YNK ê kir?

Niha tenê pirsek: Çima PKK   ê di Cotmeha 2000 ê de bêyî sedemeke diyarde êrişî YNK ê kir? Ji ber ku wî dixwest bi dewleta Tirk bide îsbatkirin ku ew kengî bixwaze dikare partîya xwe bixe nava şer de. PKK   ê ev daxwaza Ocalan pêk anî. Êrîşî YNK ê kirin, li wir bi hev ve girêdayî bûn, li kêleka hev kamp kirin û şeva berê bi hev re voleybol lîstin û eynî rojê ji bi dehan pêşmerge şehîd kirin. Paşê şerê sedemê wê nenas bê sedem bi dawî bû. Lê PKK’ê û Ocalan xwe li dijî dewleta Tirk îspat kir. Di berdêla wê de jî dewletê li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê ji holê rakir. Di navbera Tirkiye û PKK   ê de têkiliyeke ewqas kûr heye.

Dûran Kalkan bê ku soromor bi be got em di xwezîn Hewlêrê îdare bikin. Emê beşa hevoka Kalkan negotî dibêjin. Ji bo PKK   dewleta Tirk bi gehîne sînorên Mîsaqa-Millî ango Kerkûkê û Mûsilê daxwaza îdara Hewlêr, Barzan û Şingalê dike. Soza Evdila Ocelan dayî Dewletê ku Tirkîyê bike hêza sereke li Rojhilata navîn û heya sala 2023 ê wan bigihîne xeyalên wan yên mêşûyî ango Mîsaqa-Millî

Nakokiyên di navbera PKK   û dewleta Tirk de divê tu kes pênexape. ji bo me ya girîng ne propagende ye, kiryarên pratîkî ne. PKK   ê peymanek bi  dewleta Tirk re çêkirî ye. Ji bo pêkanîna vê sozê êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Gotina Dûran Kalkan a ku em Hewlêrê dixwazin, ew e ku Hewlêrê radestî Tirkan bikin.

12.5.2022

Nêrîn/Şirove

Darkamazi

Back to top button