Polîtîk

Gelo PKK Biryar Gabar jî kuşt?

Biryar Gabar Serkirdeyekî bilindê PKK dev ji rêzên wê partiyê berda û PKK jî zanyariyan piştrast dike lê belê Biryar Gabar heta niha wendaye.

Li gor wan zanyariyên ku belav bûne Biryar Gabar ku van salên dawî de bûye endamê Dîwana Serokayetiya Kongreya Gel, ji Qendîlê reviyaye û heta niha jî kes nizane Gabar li kuderêye.

Ji bo piştrastkirina vê nûçeyê berpirsekî bilindê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) vê nûçeyê piştrastkiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku nêzîkî dû mehe Biryar Gabar reviyaye.

Li gor zanyariyên ku belav bûne Biryar Gabar ji xelkê bajarê Sine yê Rojhilata Kurdistane û piştî destgîrkirina Abdullah Ocalan li sala 1999 de, peywendiyê bi rêzên PKK kiriye û bûye gerîla.

Li destpêka sala 2000 ve li nav PKK de yek ji damezrînerên PJAK, paşê jî li hemû kongreyên PJAK de beşdarîkiriye. Paşê li nav PJAK de bûye endamê kordînasyon‌ û rolekî çalak li nav wê partiyê de hebûye.

Li kongreya sala 2010 ê PKK de Biryar Gabar bûye endamê konseya birêveberê KCK û serpereştiya beşa rêxistinên civakiyên KCK kiriye.

Paşê li Kongreya‌ PKK de Gabar bûye endamê Dîwana Serokayetiya Kongreya‌ Gel ku Remzî Kartal Hevserokiya wê dike û nêzîkî dû mehe ji Qendîlê reviyaye heta niha jî kes nizane zindî ye an jî miriye.

Wekî tê zanîn PKK ew kesên ku ji nav refên xwe derdikeve bi kuştinê siza dike û mînakên van kesan gelekin. 

 

 

Back to top button