Gelo Pîvanèn olî Mirovatîyè çine ?
Feyzî MîrhesenLi Roj hilata Navîn de tucarî Şer , pevçun û xwîn ranewîstîya bun. Zarokèn Hz Adem Pèxember û Mirovè yekemin bu. Lawî wî bi navè Qabîl birayè xweyèbi navè Habil dikuje. Xwin xwarî û xwarina kedè dest pèdike. Her wisan Şerèn olî û bawerîyan de û heyanè Ya Netewî de ev rèzik berdam dibe.Tèkoşîna Hz Ibrahîm û Nemrud de em dibînin ku li hemberî Zalîm û Serayan serî hildide û kufurgeha Nemrud ser û bin dike. Pèxemberèn ku hatine ji bona Ol û bawerîyè tèkoşîn dane . Lè em tèkosîna Hz Musa de dibînin ku Tèkosîna wî Olî û Miletîye . Lewre Firewn ji nijada ( irk) Qiptîya bu, Zarokèn Ïsraîlîyan dema ku ji Dayîk dibun serè wan jè dikirin û dikuştin. Hz Musa û Birayè wî bi navè Harun ve jibona Pèxemberî û Ïsraîlîyan ji Firewn rizgar bike. Her wisan Firewn tèk dibin û Gelè ïsraîl ji Nîlè Misrè derbasî Xaka Azad Kudis ku j iwan re hati bu amade kirin . Di vir de Ol, Bawerî û Azadîya Gelè ïsraîl û Ola Cihudî yè bi ser dikeve. Ev rèzik heyanè Hz Isa û Hz Mihemed berdewam dibe . Lè tèkoşîna Hz Mihemed ne wek ya hz Musaye, Lewre Miletè Musa ïsrail ji alîyè Firewn ve dihatin kuştin . Lè hz Mihemed Qureysîyèn Mirovbèn wî zilm û zordarî dikirin . Hz mihemed ji ber Ap û mirovèn xwe ji Mekè koçberè Medîne bal Eşîreta Ensarîya dibe. Bı şer û cengè ve bi alîgèrèn xwe ve bi ser dikeve . Peymana Medînè de her mirov Civak kli ser Ol û bawerîya xwe ve jiyan dikin. Piştî wefata Hz Mihemed Xelîfe Omer , Osman û durejî¨ Hz Elî, ji alîyè Evdirehamè Milcem ve tè Şehîd kirin . Dest hilat darî dikeve destè Mawîye lawè Ebu sufyan û alîgirèn wî. Pişt re Lawè wî yè Yezîd di be Xelîfe Hemu alîgirèn Hz Elî û Hz mihemed dikujin û serè lawè Imamè Elî Hz Husèyin jèdikin . Ol û bawerî dikeve destè Seraya Emewîyan û Ebasîyan. Şerî û zimana jèdikin . Ev rèzik dikeve destè Selçuqî û Osmanîyan Binavè Olî lè ? ne Ola Hz Mihemed û Ehlè Beyt Ola Yezîd û Irojî Seraya Erdoxan, Sedam , Xumeynî û Daişan berdewame. 1071 yekîde di derîyè Milazgir è de ketin Axa Kurdistanè . Gelè Kurd , Ermen Suryanî û cikakè din li wè Axi de qedîm û kevnar bun.Bi navè biratîyè ‘ïslamè’ Hemu Gelè din tunekirin û dure vegerîyan Kurdan . Bedirxanî û bi dehan Serok û Rènberèn Kurdan tunekirin. Bi navè Fethè ( Dagirkerî) Serayan û Faşizmè ava kirin . Di Şerè Rusan de bi fermandarîya Enwer de 100 hezar leşker di Sarîqamîşè de qirkirin . Her wisan Osmanî peymana Modrosè de hate feskirin û belav bu.Vè carè jî Mistefa bi navè Ola Yezîdè Mawîye carek din ji Kurdan re « Em birayè hevin û Misulmanin . Lè ? Dersîm , Gelîyè zîlan,Koçgirî .û Şèx Sîd . Ïro jî Tayîb Destpèka wîya ewil Bi Kurdan re « em birayèn hevin ? lè Biratîya wî Fetulah ji bona kurdan . 5 Hezar Dayîkèn me Kurdan Bi navè Ol û Bawerîyèji alîyè Daîş ve Di sukan de dane ber mazatè .Hemu Şaradarîyèn kurdan girtin .Rèberè Gelè kurd bi salane tecrît agahî jè nayè. Selahedin Demirtaş û Parlamentè kurd avîtin Zîndanè. Tirbèn Zarokèn me ji mezelan deranîn . We Av Tahîr Elçî li ber Mizgevta Amedè Sehîd kir. Gelo hun bi sextekari jibona Mizgevta Qutsè digrin ?. Ger ku Quts li Amedè buya ? weyè Mizgevta wî Wek Surè û Cizirè hilneweşandi ba ? Bi hezaran kes zindan kirin û Cil û bergèn koleyan dixwazin li Sîyaset medarèn kurd bikin û sènca wan bişkinin. Zimanè ku Xwuda daye me û di Ayetan de « dibèje me Reng diruf û Ziman daye we , Me we milet milet Afiran dîye . Lè Tayîb dibèje Yek Milet û Ziman Ku em tovî ser hev bikin ; Ji firewn heya nè ïroyî tişta li ser Kole û Mezluman hatibu ferz kirin Tayîb û alîgirèn xwe li Me Kurdan û Tèkoserean kirin û dikin . Serkevtinek Rèxistina kurdan li ku derè hebe èris û midaxile dike. Ne bi tenè Şoreşa kurd û Sîyasetmedarèn Bakur û Roj Ava , Di Kerkuk û Referanduma Basur de ku Digot Birèz Berzanî û Kdp birayè me ne ? Lè çi anî serè Başur me hemu yan bi çavèn xwevedît .Birano Ol û Bawerî, Hizb û Partîyèn me Kurdan çi dibe ,bila be. Neyarèn me li hev hatin û bune yek, gelo ? em çima li hemberè Taxut û Zalîman nayèn balhev . Bi gotinek Hz Elî Bi dawî bikim « Kesèn an jî civakèn Serènxwe, li ber Zalîman bitewînin , ew bi tevî Mafè xwe , Seref û Rumeta xwejî windadikin »