Civak

Ebadî rewşa me têk da

Berpirsê Rêxistina Hawarçûnê ya Xiristiyan li Iraqê Amanuel Yohena di hevpeyvînekê ligel medyaya Almanî de got, navçeyên wan ji berî êrîşên hikûmeta Iraqê, cihên herî baş ji bo jiyanê bûn, ne tenê ji Xiristiyan re, lê ji tevahiya pêkhateyên din re jî, lê ji piştî referandûmê û karvedana hikûmeta Iraqê, niha jiyane wan ketiye metirsiyê.Yohene dibêje, hikûmeta Iraqê soza dabû wan ku jiyana wan baştir bike, lê li şûna wê artêş şand. Ew niha jî wek pêkhateyeke olî matmayî ji vê rewşê mane, ji ber ku Bexda referandûma Kurdistanê kir bihane, ji bo têkdana aramiya li Kurdistanê.Herwiha Berpirsê Rêxistina Hawarçûnê ya Xiristiyan li Iraqê diyar dike, ew bihêvî bûn ku nimûneya pêkvejiyanê ya li Kurdistanê, bibe nimûne ji tevahiya Iraqê re, lê ji ber hilbijartinan niha Ebadê her tiştî ji bo propagandeya hilbijartinan dike.Amanuel Yohena daxwaz dike madeya 140 a destûra Iraqê bê cibicîkirin û ew navçe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ku dê ligel kê bijîn. 

Back to top button