Gelo piştî Korona dawî li serdema Rojava tê?
Li bernameya Li Kurdistanewe ya Kurdistan TV de Mistefa Şefîq (Arî) Şîrovekarê Siyasî û Nivîskar di derbarê karantîneya Korona û bandora wê ya li ser aboriya cîhanê û her wiha siyaset û qeyranên li cîhanê û Iraqê dinirxîne.
Nivîskar Mistefa Şefîk behsa bîr û ramanên cûda cûda yên li raya giştî ya cîhanê dike û dibêje yek ji wan ew pirsan ewe ku tê behskirin, gelo piştî Korona dawiya serdema Rojavaye? Bi raya min eger ji aliyê tendirustiyê ve têmaşe bikîn, dibînin ku sîstema tendirustiya Rojava şikest xwariye. Ji bilî Almanya ji ber ku Almanya rêyeke din li ber xwe girtiye. Bi ceribandinên zêde û testên zêde dixwaze kontroleke tevahî li ser wê nexweşiyê bike. Lê welatên din wekî Îspanya, Îtalya, Britanya û Amerika û heta radeyek welatên din jî wekî Belçika û Holanda bi giştî eger temaşe bikîn şikestek xwarine.