Nivîsar

Gelo pirsa kurd a Tirkiyê li Bakurê İraqê tê çareser kirin?

Bêguman serdana serokwezîr a bo Hewlêrê pêngaveke ku nayê biçûkkirin. Lê belê divê ‘pirs’ ligel kurdên Tirkiyê bê çareser kirin. Serokwezîr, yekemîn car serdana herêma xweser kir ku wek Kurdistan tê binav kirin. Li gor çavdêriyên Cengîz Çandar ku serdan dişopand, rolê ekonomîk û siyasî yê Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê heta diçe bihêz dibe.

Ev têkilî, bêguman di mijara ku Tirkiye pirsa kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike dê bondoreke wê ya pozîtîf a palder hebe. Hebûna ‘planeke paşperde’ ku peywendiyeke ekonomîk û civakî ya wiha xuliqandiye, dê bi awayekî xwezayî berhemanîna şîdet, şer û cudakariyê zehmet bike.
Herwiha tişta ku her kes dizane serokwezîr jî bi çavê xwe dît: Li Kurdistanê perwerde bi kurdî tê kirin, wate zimanê fermî yê dûyem ligel erebî kurdî ye. Ligel vêna wek mînak li Hewlêr û gelek bajarên din xwendingehên amadeyî û zanîngehên ku bi Tirkî perwerdê didin hene.
Li Başûrê Rojhilat neguhdariya sivîl.

Di demekê de ku serokwezîr Erdogan li Başûrê Kurdistanê têkiliyên dostane kûr dike li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (ji aliyê kurdan ve wek ‘Bakurê Kurdistan’ tê binavkirin) jî ‘neguhdariya sivîl’ belav dibe û keş û hewayeke aloz çêdibe. Bi sedan siyasetmedarên kurd û şaredar, hê jî, ( ku dê di rojên pêş de dîsan rûniştina wan dest pê dike) ji doza KCKê girtî ne. Di rûniştinan de heta îro yek kes jî nehatiye berdan.
Di doza Ergenekonê de ji ber hinek pêkanînên şaş ku li hemû Tirkiyê bihestyariyeke heq çêbûye, di mijara wê neheqiya ku gelekî zêdetir li siyasetmedarên kurd tê kirin, siyasetmedar, medya (û bêguman piraniya raya giştî ya tirk) bi rêjeyeke zêde sekneke bêhestyarî pêşan dide. Ev bêhestyarî, raya giştî ya kurd zêdetir aciz dike û dibe sedema reaksyonê pêşan bidin.

Li Başûrê Kurdistana ku serokwezîr serdana wê kir û di mijara bê li wir kurd xwedan çi maf in raya giştî ya kurd li Tirkiyê hemûyî dizane. Zarokên hinekan ji wan li wir di wan xwendingehan de dixwînin ku bi kurdî perwerdê didin. Beşek li wir kar dike, hilberînê dike. Di warê civakî, ekonomîk û hestyarî de bi wê herêmê ve girêdayî ne.

Dema serokwezîr çalakiyên ‘neguhdariya sivîl’ ên li Başûrê Rojhilat dinirxîne bêjeya ‘’Ma kûdera wan sivîl e’’ bikaranî. Dibe, dibe ku wan wek sivîl nebîne. Em dikarin vêna wek nirxandineke siyasî bigrin dest.

Lê belê, daxwazên di vê çalakiyê de derketin pêş, ne tenê daxwazên wan kesên ku çalakiyan pêk tînin. Ya rast evna hemû ‘daxwazên hevbeş ên herêmê ne… Perwerdeya kurdî, hema bêje daxwaza ‘rehsitêner-serekî’ ya hemû kurdekî ye. Daxwaza azadkirina siyasetmedarên kurd jî bo herêm aram bibe û siyaset li qada yasayî bihêz bibe heta tu bêjî pêwist e. Daxwaza daxistina bendava ji sedî 10 jî eşkere ye ku heta diçe girîng û rewatiyê bidest dixe.
‘Rawestandina operasyonên leşkerî û sivîl jî’ wek daxwaza çarem balê dikşîne. (Hinek alî dibên me operasyona leşkerî fam kir lê operasyona sivîl çiye’’ û xwe şaşo maşo dikin. BDP-yî bersiva vê pirsyarê wiha didin ku ‘Tê xwestin hinek rewşenbîrên kurd bi sozên kursî û îmkanên din bikin alîgirên AKPê’.)
Tablo evna ye.

Di van xalan de wek heta niha ji hikûmetê tu bersivek nehatiye, nêzîkbûna Erdogan ku dixwaze ligel BDPê polemîkê kurtir bike balê dikşîne.
Pirsa kurd ne karê heneka ye.

Bêguman serdana serokwezîr a bo Hewlêrê pêngaveke ku nayê biçûkkirin. Lê belê divê ‘pirs’ ligel kurdên Tirkiyê bê çareser kirin. Yanî ne mimkun e ku êdî hikûmet vêna nebîne. Dikare bê gotin ku ji ber hinek analîz û hesabên cor bi cor, ji dêlva ku mirov bi ser vê mijarê de here nêzîkbûneke wiha pêşan bide di tenişta wê re here. Wek ku çendîn car me di vê kuncikê de anî ziman, heta diçe du rayên giştî yên cuda çêdibin. Têgeha di navbera raya giştî ya kurd û raya giştî ya tirk de bilez vedibe. Sibe, dema ji bo çarseriya pirsê hewl bê dayîn pêngavên şênbertir bên avêtin, wê hemû tiştek tevlîhevtir bibe.
Êdî, Tirkiye berê xwe bide kurdên xwe dê baş be…

Oral Çalişlar

Rudawê ji rojnameya Radikal a tirkî wergirtiye.

Back to top button