Polîtîk

Wezareta karebê û komponiya Şaray ya tirkî girêbestek îmaze kir

Li dîwana wezareta karebeyayê ya hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê , di warê karebê de, kontraktek di navbera wezareta karebê ya herêma Kurdistanê û komponiya Şaray ya tirkî hat îmaze kirin.
Li gor wê girêbestê (kontrakt) dê kompaniya Şaray ta tirkî xeteke karebê (132KV) bi dirêjiya 70 kîlometreyan di navbera Silêmanî gaz û Tasloce bikêşe. Wêstgekê 400Kv li baziyan ava bike û bi dirêjiya 15 kîlometreyan xeta Pîrzîn û xebat timam bike.

Ev girêbest bi budceya 21milyar û 591 milyon û 406 hezar dînaran tê çêkirin û di dema 270 rojan de timam dibe.

Di merasima îmzakirina girêbestê de, Yasîn şêx Ebobekir wezîrê karebê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyvekê de behsa rewşa kareba herêma kurdistanê kir û got ku wezareta karebê, ji bo baştirkirina rewşa kareba herêma Kurdistanê bi cidî dixebite û pêşwaziyê li şirket û kompaniyê biyanî dike ku di warê karebê de alîkariya wezaretê bikin.

Wezîrê karebê got ku nuha li herêma Kurdistanê 12 yekîneyên berhemanîna karebê hene û di va nêzçîkan de dê du yekîneryên dindest bikar bikin. Ş

Back to top button