Polîtîk

Gelo Nêçîrvan Barzanî piştî 3ê mehên din dibe serokwezîr

Endamekî serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku, PDK dixwaze di meha Îlonê ya îsal de serokatiya hikûmetê werbigre. Lê belê endamekî polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) berevajiya wî diaxife û dibêje ku, ew nerîna çend kesên nav PDKê ye, niha ew nerîn, ne nerîna hemû serkirdayetiya PDKê ye.

Endamê civata serkirdayetiya PDKê ku, nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re got:

– PDK dê postê serokatiya hikûmetê ya bo dû salên din werdigre û niha ew mijar di nav serkirdayetiya PDKê de pir bi germî tê behskirin. Meha Îlona îsal dû salên Dr. Berhem Salih wek serokwezîr li ser beşê YNKê diqede, li gor wê rêkeftina navbera PDK û YNKê jî divê her aliyek dû salan serokatiya hikûmet û parlamento bike.

Endamê serkirdayetiya PDKê ku haya wî ji biryarên serkirdayetiya PDKê heye tekîd dike û dibêje:

– Niha mijara wergirtina postê serokê hikûmetê di nav endamên serkirdayetiya PDKê de pir germ bûye, herçiqas heta niha biryara dawî di wê derbarê de nehatiye dayîn, lê li gor wê rêkeftina stratejîka  di navbera PDKê û YNKê heye, heqê PDKê ye  wî postî werbigre.

Li ser heman mijarê endamê polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre jî bo Rûdawê wiha axifî:

– Ya rast heta niha ew mijar di navbera polîtburoyên herdû hizban de nehatiye behskirin. Heta niha tiştekî resmî nîne, dibe ku ewna nerîna çend kesên nav serkirdayetiya PDKê be. lê niha ew ne nerîna hemû serkirdayetiya PDKê ye.

Her li ser vê pirsên Cafer Îminkî ji Malpera Xandanê re got; “Heta niha jî di nav serkirdayetiya PDKê de behsa wê mîjarê nehatiye kirin û derbarê vê yekê de jî çi biryareke nehatiye dayîn.”
Êmînkî got ku, PDK naxwaze ew mîjar bibe mijara ragihandinê û eger arîşeyeke bi vî awayî hebe jî wê demê PDKê dê digel serkirdayetiya YNKê behsa wê yekê bike.

Li gor rêkeftina stratejîka navbera PDK û YNKê, postê serokê hikûmetê û parlamentoya Kurdistanê her dû salan ji aliyekî re dibe.
Wexta ku Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê (kabîneya 5ê) bû û piştî dû salên Nêçîrvan Barzanî qediyan, YNKê kesek li cîyê wî nedanî û wî weke serokê hikûmetê heta hilbijartinên 25ê temûza 2009ê berdewam kir. Piştî hilbijartinê  Berhem Salih wek berendamê YNKê di meha Îlona 2009ê de bû serokê hikûmetê (kabîneya 6ê).

Back to top button