Kultur

Zeynep Tozduman li Swêdê pirtûkên xwe îmze dike

Parêzvana mafê mirovan, nivîskar Zeynep Tozduman, pirtûka xwe ya nû ”Suryani Cephesinde bir Giritli- Di eniya Suryaniyan de kesek ji Gîrît ê” li Stockholmê îmze dike. Roja îmzekirinê, di 24 ê Gulana 2011, saet 19.00 li Komela Çandî ya Asuriyan li Norsborg ê ye.

Tozduman bi eslê ji girava Giritê ye. Aborînas e. Bi çalakiyên xwe jibo piştgiriya çandên li Mezopotamyayê, Suryaniyan û Kurda tê nasîn. Di dadgeh û daweya li dijî Dêra Mor Gabrîelê, li Midyad û Mêrdînê bi çalakiyên li dijî talankirinê tê nasîn.

Tozduman di berhema xwe ya nû de, li ser pirsgirêkên Suryaniyan kur dibe, ji dîrokê mîsalên neheqiya wan ronî dike û ji bo parastina mafê wan perspektîvên giranbuha pêşkêş dike. Tozdumanê berî niha jî hatibû Swêdê û ji bo mafê mirovan yê Suryaniyan semîner dabûn.
 
EuroKurd News

Back to top button