Gelo li Kurdistanê destguhertineke nû li herêmên îşgalkirî di rojevê de ye?

PKKê ji îşgala van herêman zêdetir xwediyê armancake stratejîk e. Dixwaze ku Herêma Federe ya Kurdistanê têk bibe, ji holê rake, teslîmî Ereban û Hikûmeta Merkezî ya Iraqê bike.
Îbrahîm GUÇLU
PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê (li beşa Başûrê Kurdistanê) bi hebûna xwe û bi çalakiyên xwe yên çekdar; bû sedem ku li Başurê Kurdistanê li herêm û deverên çiyayî Dewleta Tirk hêzên xwe yên ewlekarî bi cîh bike û bi awakî herêmeke tempon ava bike.
Şik tune ye ku ev herêma federe ya tempon ji aliyê Dewleta Tirk ve li Herêma Federe ya Kurdistanê ava bûye, destwerdana serweriya Kurdistanê ye û îşgaleke nû ye. Di hemandem de li Herêma Federa ya Kurdistanê, gelek herêm û dever û gundên Kurdistanê (wek herême Mexmûr û Sîncan û 600 gundên Kurdistanê) ) bi dehan salan e ku di bin îşgala PKKê de ne. PKKê ji îşgala van herêman zêdetir xwediyê armancake stratejîk e. Dixwaze ku Herêma Federe ya Kurdistanê têk bibe, ji holê rake, teslîmî Ereban û Hikûmeta Merkezî ya Iraqê bike. Ji ev armanca xeter û li dijî neteweya Kurd û Kurdistanê ya PKKê, ji aliyê Dewleta Îranê, nîjadperestên ereban, Haşdî Şabî vê jî tê piştgirî kirin. Hûmeta merkezî ya Iraqê jî, di bin bandora Dewleta Îranê de û bi piştgiriya xwe ya Haşdî Şabî re ji PKKê re paçevane (endîrek) dibe piştgir.
PKKê bi hebûna xwe li Rojavayê Kurdistanê bû sedem ku li urdistanê destguhertineke herêmên îşgalkirî bibe, Dewleta Tirk gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê îşgal bike; ji îşgala PKKê-Rejîma Baasê-Emerîka-Rûstyayê derxe.
Ev hewildanên PKKê xwe yên xeter, li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê domdar in. Ji bona dewletên pê re girêdayî ye, taşeronî û aparatî ji wan re dike şerekî wekaletê dimeşîne. Ji bona avakirina “Dewleta PKKê” jî xeyalan dike.
PKKê di van şertên zivistanê de beriya serê salê êrîş bir ser leşkerên Tirkan.
PKKê beriya sersalê piştî ku êriş biribû ser leşkerên Tirkan, Dewleta Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi firokeyan gelek herêmên Kurdistanê û cîwarên stratejîk yên ji bona PKKê girîng in li Rojavayê Kurdistanê nbombaran kir. Wê demê min nivîsand û di telewîzyonan da anî ser zimên ku di vê êrîşê de aşkere ye ku neteweya kurd zirar dît, lê PKK bi xwe jî di van êrîşan de xwediyê qezencekê nebû û zirareke mezin dît.
Loma jî pirsa girîng ev e: Gelo PKKKê çima ev çalakiaya kir?
PKKê di sala nû de duho (13.01.2024) jî, li Herêma Zapê êrîşî leşkerên Tirk kir. Piştî êrîşa PKKê, Dewleta Tirk dîsa li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bombarana xwe domand û hîn jî didomîne. Mixabin gelê me li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê ziarereke mezin dît. Gelek ciwanên Kurdistanê hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê gelek kurd hatin bin çav kirin û hepis kirin.
Reaksîyona Dewleta Tirk dema êrîşa PKKê di van şertan de dubare bû, mezintir bû. Dewleta Tirk, ji bona tedbîrên nû û hişk bigrin tevgeriya. Serokkomar bi lez duho (13.01.2024) di saat 16.00-an de “Zîrveya (Lotika) Ewlekarî” civand. Piştî civînê belavokek ji raya giştî re hat diyar kirin. Di belavokê du hevok gelek watedar bûn. Yek hevokek ew bû ku dihat gotin ku “em li sînorên xwe îzin nadın ku Terorîstan” yanî Dewleta PKKê ava bibe. Hevoka duyemîn jî ev bû ku ev car bi wateyeke xurt û psîkolojiyeke din dihat gotin ku “helwesta me li hemberî PKKê çi bibe, dê ji piştgirên wan re heman helwest bibe.”
Lê diyar bû ku ji nêrîn û biryarêm di belavoklê de hatibû ser zimên girîngtir, nêrîn û biryarên nehatibûn diyar kirin û bi dizî hatine girtin.
Loma jî min nivîsand û got ku “ev şeva dê bibe şeveke dirêj!!!”
Ez dîsa jî ev nêrîna xwe diparêzim. Dipirsım û dibêjim ku “Gelo li Kurdistanê destguhertineke nû li herêmên îşgalkirî di rojevê de ye û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê herêmek û an jî çend herêm dê ji îşgala Rejîma Baasê-PKKê-Emerîkayê-Rûsyayê derkevin, bikevin bin îşgala Dewleta Tirk?”
Divê ev pêvajoya û qewimandinên Li Kurdistanê gelek baş bên şopandin.
Diyarbnekîr, 14.01.2024