Civak

Ahmet Turk ji namzediya xwe vekişiya û ji siyasetê da aliyekî!

Ahmet Turk berbijêrê şeredariya mezin a Mêrdînê bû. Li gel hinek kesan Turk jî ji bo bibe namzetê Şeredariyê serî li partiya xwe dabû. DEM wek hilbijartinek seeretayî di nava endamê partiyê li Mêrdînê kir. Ahmet Turk ji bo bibe namzet dengên pêwist wernegirtin. Ev yek jî lê giran hat û xwe ji namzetiyê kişand û bi daxûyaniyekî ragihand ku, ew ji dev siyaseta aktîf berdide.

Bê guman gelek şiroveyên cuda di derbarê vekişandina Turk ji namzetiya şeredariya Mêrdînê hatin kirin. Heta li gora hinek agahiyan Turk naxwesta tu hilbijartin ji bo kifşkirina namzetiyê bêne kirin. Lê serokatiya DEMê di vê yekê de israr kir û Turk kete hilbijartinê û serneket, yan jî dengên pêwist nestandin. Herweha li gora agahiyan hinek ji derdora Turk nedixwestin kesek ber Ahmet re xwe ji bo namzetiyê destnîşan bike.

Back to top button