Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê komek civîn kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh li Bexdayê beşdarî merasîma bibîranîna salvegera kuştina rêberê olî yê Şîe Mihemed Baqir Hekîm bû. Piştî rewrismê Nêçîrvan Barzanî komej civîn kirin. Herweha civînên Barzanî îrojî berdewambun. Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çareseriys pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê hewldanek taybet kir. Dê rojên li pêşiya me encamek erênî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de bê dîtin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Seyîd Emmar Hekîm peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Tevgera Niştimaniya Kurdistanê Seyîd Emmar El Hekîm civiya û li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û giringiya berdewamiya diyaloga navbera wan ji bo têgihiştin û çareseriyê, nêrînên xwe danustandin.
Her du alî hevdeng bûn ku kêşe li ser esasê destûrê bên çareserkirin û maf û kerameta hemû pêkhateyên Iraqê bê parastin û welatî bi debara jiyana xwe baca pirsgirêkên siyasî nedin.
Di derbarê pirsgirêk û aloziya navçeyê de jî her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku berî her tiştî divê berjewendiya herî bilind û parastina aramî û aramiya welat hebe û Iraq nebe beşek ji pirsgirêk û aloziyan.
Her du serokan rewşa siyasiya welat û giringiya piştevanîkirina bernameya karê hikûmeta Iraqa Federal û serkeftina wê jî gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî serdana Dr. Adel Abdul Mehdî kir
Îro piştî nîvro li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya serokwezîr û siyasetmedarê berê yê Iraqê Z. Dr. Adil Ebdulmehdî kir.
Her du serokan li ser rewşa siyasiya Iraqê, pêşhatên navçeyê û encamên wan danustandina bîr û ramanan kirin, herwiha hewlên çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser giringiya berdewamiya gotûbêj û hevdîtinên di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de bi giyaneke niştimanî ji bo têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan û parastina mafên hemûyan hevdeng bûn.
Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê li Bexdayê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û çend mijarên din civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, şandina mafên darayî, budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, berdewamiya gotûbêjên hikûmetê kirin.
Her du aliyan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirikan divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê guftûgoyên xwe berdewam bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku her du alî li ser wê yekê hevfikr bûn ku “jiyan û refaha xelkê Herêma Kurdistanê divê bi pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Îraq bikeve nav nakokiyên navçeyê û her alî ji bo parastina berjewendiyên bilind, aştî û aramiyê bixebitin.
Nêçîrvan Barzanî ligel Hadî El-Amrî civiya
Îro yekşemî piştî nîvro, Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Bedir Hadî Emrî civiya û di hevdîtinê de rewşa emnî û siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Her du serokan her wiha behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û giringiya çareserkirina wan bi diyalog û jihevtêgihiştinê kirin. Li ser wê yekê hevfikirîn ku divê maf û mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê bên dayîn û can û refaha welatiyan bê parastin.
Nêçîrvan Barzanî digel Muhsin Mendelawî civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdanên xwe yên li Bexdayê da, îro roja yekşemê 14.01.2024ê, digel birêz Muhsin Mendelawî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê civiya.
Di civînê da, rewşa siyasî û emnî û rola Serokatiya Parlementoya Iraqê di çareserkirina pirsgirêkên welat û bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û proseya hilbijartina Serokê nû yê Parlementoya Iraqê nirxandin.
Her du alî tekezî li ser wê yekê kirin ku, seqamgîrî û aramiya Iraqê bi hev ve girêdayî ne û têkçûna seqamgîriyê li her devereke Iraqê bandorê li ser seqamgîrî û aramiya hemû welat dike, lewra pêwîste em hemû li Iraqê ji bo parastina aştî û aramiyê bixebitin.
Nêçîrvan Barzanî digel Heyder Ebadî civiya
li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da digel birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nesir li dor rewşa Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser pêşhatên dawî yên herêmî.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina Iraqê ji lêkeftên rewşa aloza navçeyê û girîngiya hevkariya aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog û lihevtêgihiştinê kirin û hevdeng bûn ku nabe welatî di jîn û jiyara xwe de baca pirsgirêkên siyasî bidin.
Metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser aramî û seqamgîriya welat mijarek din ya hevdîtinê bû.
Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsê komîteya Heşda Şeibî civiya
Îro danê sibê di duyemîn roja serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Heşda Şeibî Felih Feyaz re civiya.
Di civînê de rewşa ewlekarî ya Îraqê, metirsiya terorîstan, êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser hêzên çekdar, hêzên ewlekarî û welatiyên Îraqê, dawî pêşhatên şer û pevçûnan û bandor û encamên wê hate nirxandin.
Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Îraq bikeve nava kêşeyên li navçê û parastina aştî û aramî û berjewendîyên herî bilind yên welat ji bo hemûyan serekî be. Herwiha tekezî li ser wê yekê kirin ku armanckirina êrişên Pêşmerge û firokeyên bê firokevan bo ser Herêma Kurdistanê dê zirarê bide aramî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.