Polîtîk

Gelo hejmara kuştinên we serkeftina we ye?

Ev rastiyeke dîrokî ye, di şerên axa û began û paşayan de her tim feqîr dimirin. Li ser xwîna feqîr û xizanan, mirovên bihêz û qewet yên ku şer peyda dikin, her tim desthilatiya xwe dijîn û temenê serdestiya xwe dirêj dikin. Her tim jî armancên pîroz hene, ji bo şer derxistinê. Çi ol dibe, çi netew dibe, çi sînor dibe, çi şeref û namûs û azadî û wekhevî… Her tim dozên hene. Helbet ew hemû nirxana pîroz in, lê her tim bi pak û paqij destpêdike û her ku dirêj dibe, qirêt dibe. her ku çareserî bi derengiyê dikeve, destên gemarî jî zêdetir dikevine nav ew doza pîroz û roj tê disekine, ji şêlîbûnê armanca bngeh a pîroz êdî xuya nake. Helbet ji bo dozên pîroz û binpêkirina mafên her mirov û civakê berxwedan hewldaneke pîroz e. Lê bes ku ev rastiya ji dûr çavan neyê girtin: Her çi dibe bila bibe, ji pêş her tiştî, yê pîroz mirov bi xwe ye. 

Çimkî her tişt ji bo mirovan heye û ji her tiştî pîroztir jî jiyana her mirovî ye. Ew 30 salin ku di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariyê yên dewletê de şer û pevçûn heye. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov ji warên xwe dûr ketin. Bi hezaran mirov êşkence dîtin, heps û zindan dîtin. Bi hezaran mirov koçberê welatan bûn. Bi hezaran mirov herikîne metropolan per û perîşan bûn. 

Bi dehan hikumet hatin û çûn. Bi dehan serokwezîr û wezîr û parlementer û filan û bêvan hatin û çûn, mixabin kes nebû derman. Îro li doh dijwartir şerek tê jiyandin. Li her demê wêdatir bêêvîtiyek heye di dilê her mirovekî de. Her roj kuştin, ji bo çapemeniyê tenê nûçene. Ji bo rayedarên dewletê xemgîniyeke derew û çend gotinên bi hamaset e. Ji bo her fermandarekî tirsonek lehengiyeke. Ji bo her nijadperestekî hîn zêdetir rik û nefret e. 

Mirin, mirina ciwanekî tenê di dilê dayika reben de pêten agir e. Mirina ewladekî herî zêde di dilê bav û xuşk û bira û mam û xal û dergîstî û hevjînan de volqanek e. Gelo çend pera dike ji bo dayik û bavekî ew dozên pîroz an welat? 

Di navbera gerîlayên PKKê de û hêzên dewletê de şer dewam dike. Her roj di her pevçûn û êrîşan de ciwan dimrin. Ji bo her du aliyan jî, mirin, mirina ciwanan tenê reqem in. 

Di meha dawiyê de, rayedarên dewletê û PKKê bîlançoya şer eşkere kirin. Reqemên wan her du aliyan jî hevdu nagirin. Rayedarên dewletê bi awakî serfirazî eşkere dikin: Di vê mehê de di ewqas operasyonan de me ewqas “terorîst” kuştin. Di meha dawiyê de hejmara ku hate eşkere kirin, yanê kuştin, derdorê 400 gerîla bû. PKKê jî bîlançoya vê mehê da, hejmara kuştina leşkeran jî, li gor daneyên wan zêdetirî 400 leşkerî bû. Yanê 800 mirovên ciwan. Hele carê bav, dayik, bira, xuşk, mam, xal, xaltî, met, hevjîn, yar, pismam û dotmaman bihesibînin hejmar derdikeve çi. Tenê mehekê we ewqas kezeb şewitandin. Dîsa jî encam hate girtin, na. PKK qediya, na. Dewletê mafên Kurdan yê rewa dane Kurdan, na. 

Gelo, ma ji bo we hejmara kuştiyan serkeftin e? 

    


 

  

Back to top button