Polîtîk

Senatorên Emerîkî piştevaniya Barzanî û helwesta Kurdan dikin

 

Îro çarşem 05/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî bilinda Kongresa Emerîka kir ku ji Senator John McCain û Senator Joe Lieberman û Senator Lindsey Graham pêkhatibû.

 

Li hevdîtinê de, şanda bilinda Kongresa Emerîka ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Herêma Kurdistanê, behsa rola Serok Barzanî ya weku dostekî mezinê Emerîka kir û weku serkirdeyekî hekîm ku kariye li van çend salên derbasbûyî ezmûnekî serkeftiyane birêve bibe û wan hemû destkeftan ji bo gelê Kurdistanê bîne holê û wiha kiriye ku her biyaniyek bête Herêmê bi sosretî ve temaşe bike, bi taybetî ewên ku piştî raperînê û niha bi berdewamî serdanê dikin û wan hemû pêşketinan bi çavê xwe dibînin ku li vê demê de hatine holê ku birastî cihê rêzgirtina mene û gihîştîne wê baweriyê ku her çi ji bo vî gelî bêkirin hê jî kême û hêjayî jiyanekî bextewere û ji wê yekê jî bawerîn ku li jêr sayeya Serok Barzanî hetmen ev gel digihe paşarojeke geş û piştgîriya welatê xwe jî ya li parastina aramiya Kurdistanê û avandankirinê û her wiha li wan gîr û girift û kêşeyên ku ji bo wê tê dirust kirin dupatkirin. 

 

Li vî warî de şanda bilinda Kongresa Emerîka gumana xwe sebaret bi pêşketinên kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal derbirî û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste ew kêşe li gor destûr û peymanan bêne çareserkirin û Hikûmeta Federal jî divê li gor şeraketa rasteqîne û bi bê‌yî perawêz xistina tu pêkhateyek birêve biçê. 

 

Her wiha dûpata wê yekê kirin ku li dema qurbanîdanên welatê wan bi tenê ji bo ruxandina rejîma Seddam nebû, belku ji bo ewe bû ku Iraqekî Federal û Demokrat bête holê ku têda hemû pêkhat bigihin mafê xwe. Ji bo wê yekê ewê îro tê dîtin cihê daxa şandêye û divê gelek bi hurî û hîkmet ve têkilî li gel kêşe û gîr û giriftan de bêkirin. Ji ber ku her tevgereke şaş dibe ku encamekî xerap jê derkeve û bi başî jî zanîn ku Hikûmeta Federal pabendî wan peymanan bê ku li ser navçeyên veqetandî li gel Herêma Kurdistanê da îmza kirine û hêvî nebin ber her tiştekî ku berevajiya destûr û maddey 140 a wê destûrê be.

 

Serok Barzanî spasî şanda bilinda Kongresa Emerîkayê kir û ragihand ku em şanazî bi dostayetiya we dikîn û pêgehekî we yê taybet li gel gelê Kurdistanê da heye ji ber ku li dema nexweşiyan da herdem pişt û hêviya vî gelî bûn û tekez jî li wê yekê kir ku beramber her tevgereke şaş beramber bi Herêmê me bersîvên guncaw heye, lê belê em naxwazin kar bigihe wê radeyê û em amadene li gor destûr û peymanan çareseriya kêşe û gîr û giriftan li dûrî tundutîjiyê bikîn.

 

Her wiha nirxandina pêşhatên herêmiyan bi taybetî ewê pêwendî bi Suriye ve hebê, Serok Barzanî dîtin û nêrînên xwe yê sebaret bi rewşa Suriye ve xisterû û hêvî xwest ku alternatîfekî demokratî bê ser hukim ku li jêr sayeya wê da hemû pêkhatên wî welatî bigihin mafê xwe yên rewa, bi taybetî gelê Kurd ku zulmekî dîrokî lê hatiye kirin û heta niha ne xwedî regeznameya welatê xwe ne û li vî warî de şanda bilinda Kongresa Emerîka piştgîriya xwe ji bo nêrînên Serok Barzanî dûpatkir û ragihand ku ew nêrîn heman nêrîna şandêye û Kurd jî dikarê‌ rolekî serekî li pêkanîna wê alternatîfa demokratiyane de bibîne.

 

 

Back to top button