Cîhan

Bazara herî xeternak "Bazara Maeklong"

 

Li bajarê Taylandê li Samut Songkhramê bazara herî xeternak heye. Li wê bazarê her tişt bi kêmbiha tê firotin lê dîsa jî danûstandin baldariyeke zêde dixwaze. Çimkî xeta trênê ji nav bazarê derbas dibe. Her roj 8 cara trên li ser wê xeta ku bazar jî cih digre, diçe û tê. 

Bazarvanên ku cihê wan li bazara Maeklongê hene, dema trên dike derbas bibe, brandayên xwe digrin. Zêdetir esnafê wir zebze, fêkî û mehsulên behrê difiroşin. Hîn ku trên derbas nebûye, dest bi amadehiyan dikin, hemû hilberên xwe dibin paş dezgeh û derbasbûna trênê dipên. Piştî trênê cardin her tişt tê şûna xwe. Her roj 8 cara esnafên bazara Maeklongê vê dijîn.      

 

Back to top button