Nêçîrvan Barzanî: Me li gor destûr û rêkeftinan pêngav avêtine

Duhî li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel şandeya bala a kongresa Amerîkayî ku, ji ji senator John McCain, senator Joe Lieberman û senator Lindsey Graham pêkhatibû, kir.
Di civînê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Qubad Talebanî amade bûn, şandeya amerîkî kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo wê hemû pêşkeftina Kurdistanê, binyatdanan, îstîqrar û aramîya li herêma Kurdistanê heye, destxweşî li serokatiya Kurdistanê kir hêvî kir û deverên din yên Îraqê jî bigehin sewyeya herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê kêfxweşiya xwe bo vê serdana şandeya kongresa Amerîkayê bo herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir û serdanên bi awayê berdewam bin û bibine hokarê zêdetir pêşvebirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê de.
Pirsên siyasîyên Îraqê û ew kirîza Îraq tê de derbas dibe û bûye sedemê xetimandina pirosesa siyasî li Îraqê, mijareke din a civînê bû. Di vî warî de behsa rola herêma Kurdistanê hat kirin ku, hertim ji bona aramkirina rewşa Îraqê dixebite. Di çarçoveyê xebatên herêma Kurdistanê yên ji bo aramkirina rewşa Îraqê, rêkeftina Hewlêrê çê bû û li gor wê rêkeftinê hikûmeta Îraqê hat avakirin. Lê ji encamê pabendnebûn bi wê rêkeftinê Îraq kete nav arîşe û kirîza siyasî da. Şirîkatiya rasteqîne di desthilatê de, pabendbûn bi destûrê û demokratîzekirin hatin piştguh xistin û qanûna neft û gaze û dabeşkirina dahatê nehatin pesind kirin.
Nêçîrvan Barzanî got:
– Herêma Kurdistanê, hertim, bi baweriyeke timam li gor destûrê û rêkeftinan pêngav avêtine û danûstandin, diyalog û destûr bi baştirîn rê bo çareseriya arîşeyên Îraqê zaniye.
– Di rewşeke weke a Îraqê, hebûna arîşe û pirsgirêkan normal e, lê ya giring ew ku, ji bo çareserkirina arîşeyan bi rêya diyalog û li gor destûrê îradeya siyasî hebe.
Her di civînê de rewş û pêşhatên Suriyeyê hatin nirxandin ku, tesîreke timam li ser tevaya deverê û bi taybetî li ser welatên derdûr heye. Di vê çarçoveyê de serokê hikûmeta Kurdistanê got ku, rewş û pêşhatên Suryeyê ji bo herêma Kurdistanê giring in û herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye ku, gelên surî biryara paşeroja xwe bidin û her guhertineka li Suryeyê çê be, guhertineke demokratîk be ku, tê de hemû gelên surî, bi taybetî gelê kurd, bi mafên xwe şad bibin.
Şandeya bala a kogresa Amerîkayê tekîd li ser dostaniya Amerîkayê bo gelê kurd û ber bi pêşvebirina têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir û hêvî xwest ku, çîroka serkeftina herêma Kurdistanê bibe çîroka serkeftinê li hemû Îraqê.