Cîhan

Iraq bi nehênî serbazan dişîne Sûriye

Li gora nûçeya ajansa Peyamnêr, hukûmeta Iraqê, di rojên În û Şemiya bûrî de hêzekî serbaziya mezin, rêkiriye Sûriye û Artêşa Azada opozisyona Sûriye jî dibêje ew hêzên ji Iraqê derbasî Sûriye bûne, li nêzîkî firokexaneya Elzemîr hatine bi cî kirin.

Rojnameya Bas di hijmara xwe ya îro de, li ser zimanê jêderên xwe, ragihand: Rojên În û Şemiya bûrî hezekî zor yên Iraqî, li ser çend xalên Sînor di navbera her dû aliyan de, li nêzîkî bajarokê Qayîm bi mebesta alîkariya Rejîma Beşar Esed, derbasî nava xaka Sûriye bûne.

Ew jêder weha jî dibêje: li dema derbasbûna van hêzan ji Iraqê bo nav xaka Sûriye, heta 24 demjimêran hatin û çûwîna hemwelatiyan ji dever û gundên nêzîkî rê rawestandibûn.

Ji aliyekî din ve, serheng Malîk Elkurdî, cêgirê fermandeyê Sûpayê Azad ya Sûriye, bi rêya Telîfonê bo Bas weha got; ev hêzên kû ji Iraqê hatine ji (1000) hezar kesî pirtirin û li firokxaneya Elzemîr hatine bi cî kirin da kû di berjwendiya Esed de xizmeta wî ya hewalgêrî û Serbazî bikin ev erk bo wan hatine dayîn.

Hêjayî gotinê ye kû, di van demên dawî de, çapemenî û mîdyayên rojava herî zêde, behsa alîkariyên Komara Îslamiya Îranê ya bo hêzên Beşar Esed dikin.

Beşeke zor ji aliyên pêkhênerên Hukûmeta Iraqê û Komara Îslamiya Îranê li gel mana deshilata Beşar Esed de ne û dijberên hêzên opozisyona Sûriye wan bi Terorîst bi nav dikin.

Back to top button