Gelo Elçi hîn fahm nekiriye ku PKKê dixwaze çi bike?
Amberin Zaman, rojnamevanek gelek bi tercube ye. Heta nûha di gelek rojnameyan de nivîsandiye. Nûha jî di HABER TURKê de dinivîsîne. Di heman dem de berpirsiyara Economistêyê li Tirkiyeyê ye.
Amberîn Zamanî, ji berê de demek dirêj e ku bi kurdan û pirsa miletê kurd re eleqedar dibe.
Wê di derbarê pirsa miletê kurd de bi gelek siyasetvan û rerwşenbîrên kurdan re gelek röportaj pêk anîne û gelek nivîs jî di derbarê pirsa miletê kurd de nivîsandiye.
Min jî, Amberîn Zaman piştî ku ez vegeriyam Tirkiyeyê û Kurdistanê, min ew nas kir.
Min Amberîn Zaman li navenda Partiya Kîtlewî ya Demokratîk (DKPê) nas kir. Piştî ku min Amberîn Zaman nas kir, wê gelek caran di derbarê pirsa kurd de bi min re jî danûstandin kir. Di wan danûsatandinan de dem-dem di navbeyna me de gelek niqaşeyên hişk jî derbas bûn.
Lê ez di wê baweriyê de ku her car jî ez heq derdiketim. Lewra wê li pirsa gelek xoşbîn dinêrî û min jî, ji wê re rastiyên tehl û sar diyar dikirin.
Amberîn Zamanê di van rojên dawî de di HABER TURKê de nivîsanek balkêş nivîsand. Ew nivîsa wê dîsa di derbarê pirsa miletê kurd, hikumet û PKKê de ye.
Ev nivîs piştî ku bi mebûsê Ocalan Şerafeddîn Elçî re danûstandin kiriye, nivîsandiye.
Amberîn Zaman dinivîsîne û dibêje ku “piştî bûyera Beytulşebabê min bi Şerafettîn Elçî re danûstandin kir. Ew gelek bêhêvî bû. Wî beriya vê demekê ji serokwezîr daxwaza hevûdîtinê kiriye. Lê serokwezîr piştî mehûnîvekê ji bona danûsatandinê bersîv dayê wî.
“Wî dixwestiye ku ji serokwezîr re bibêje ku ‘dev ji operasyonên leşkerî berde û di vê pirsê de sozek bide raya giştî; wê demê ez jî dê biçim Qandîlê û ezê PKKê qane bikim ku ew şerrê çekdarî bidin sekinandin. Lê ji bona ku serokwezîr di van rojên dawî de zêdetir bûye şervan loma min bi serokwezîr re hewce nedît ku danûstan bikim.
‘Heger hikumet di pirsa miletê kurd de gav bavêje û mafên kurdan nas bike, PKKê jî dê dev ji çek û şerê çekdar berde.’ ”
Amberîn Zamanê jî bi van nerînên Şerafettîn Elçî bawer kiriye. Wê jî ev baweriyên xwe gelek caran di telewîzyonan de diyar kir û hîn jî dike.
Ez dixwazim Amberîn Zamanê bididn aliyekî. Lewra ew gelek rastîyên kurdan û tevgera kurd nas nake. Ew j îtiştekî gelek xwezayî ye.
Lê Gelo Şerafettîn Elçî hîn fahm nekiriye ku qarekter û Armanca PKKê çi ye? PKKê di vê qonaxê de dixwaze çi bike?
Gelo an jî di vê pirsê de riyakariyek heye?
Qasî ku ez û raya giştî Şerafeddîn ElçÎ nas dikin û heta nûha di raya giştî de nerînên wî yên tên zanîn, derdixe holê ku di holê de riyakariyek heye. Lewra Şerafeddîn Elçî jî PKKê baş nas dike. Armanca PKKê dizane. PKKê heta nûha çi kiriye û li hemû beşên Kurdistanê çi xerabî kiriye, dizane.
Loma ez carak din dixwazim li ser qarekter, armanc û karên PKKê dixwazim rawestim.
PKKê di salên 1975-76-an de dema ku tevgera milî a kurd bi pirrrêxistinî pêş diket. Lê PKKê ji aliyê Dewleta Kemalîst de li hemberı tevgera Bakûrê Kurdistanê wek rêxistinek operasyonel, kontrolê, tasfiyekirina rêxistinên Kurdistanê hat ava kirin. Di heman dem de PKKê ji bona Tevgera Kurdistanê ji armancê bê dûrxistin û ji hûndir de bê teslîm girtin jî vazîfe girt ser milên xwe..
PKKê piştî hat ava kirin, şerê çekdarî di xebata xwe de wek babetek stratejîk û keyfî pejirand. Ji bon aşerê çekdarî, şert û mercên Tirkiyeyê û Kurdistanê neda ber çav: Li her derê û her demê şerê çekdar bi kar anî.
Çek bi taybetî jî li hemberı hemû kurdên siyasî û ne siyasî bi kar anî. Di nav demê de Dewleta Kemalîst PKKê ji bona ku dîktatoriya xwe ya leşkerî ya 12ê îlonê jî gelek hêsanî bi kar anî.
Bi destê PKKê li gelek herêm û bajarên Kurdistanê agirê şer pêxist.
PKKê piştî ku bi Îranê, Iraqê, Sûriyeyê re jî pêwendiyên xwe pêk anî û xurt kir, gor berjewendiya wan dewletan tevgeriya û şerê çekdarî ji bona PKKê bû nexweşiyek kronîk.
Di heman dem de hebûna PKKê bi şerê çekdarî û bi çekdaran re hat girêdan.
Loma PKKê dema ku ji çekdariyê û ji şerê çekdarî dûr bikeve wê demê wek rêxistinek nikare li ser piya bisekine. PKKê wê demê wek rêxistinek namîne û belav dibe.
Berpirsiyarên PKKê loma hîc wextekî naxwazin ku ji çekdaran û ji şerê çekdarî dûr bikevÎn. Lewra berpirsiyarên PKKê bi çekdaran û bi şerê çekdarî xwediyê qiymetekê ne û bi çekdaran li ser BDPê, li ser maliya xwe ya mezin, li ser gel, li ser çapemeniya xwe ya otorîter dikare kontrolê pêk bîne. Li hemberı xwe îtaetek otorîter çê bike û her kes li ber wan serê xwe bitewîne.
PKKê ji bona ku hîc wextekî naxwaze ku ji çekdarî dûr bikeve, daxwaz û armanca wan ew e ku ew Dewleta Kurd jî nebe, Dewleta PKKê ava bikin, li herêmek biçûk li Kurdistanê desthilatdar û serwer bin.
Li wê herêmê çekdarên wan hebin, ew wê herêmê di nav sîstemek/pergelek nedemokratîk de bi îdeolojiyek kevnare û otorîter, bi serokekî mitlaq û otorîter, bi partiyek fazşîzan birêve bibin.
Di van rojên dawî de ew qarekter û ramanca PKKê gelek zelal bû û her kesî dît ku PKKê dixwaze li herêmekê bi çekdarên xwe desthilatdar û serwer be.
Lewra PKKê di ev qonaxa dawî de girêdayî stratejiya “şerê gel yê şoreşger” û taktîka “herêmên rizgarkirî” xwest ku li Şemzînanê desthilatdariya ava bike û serweriya xwe jî îlan bike.
Di ev qonaxa dawî de PKKê bes girêdayî qarekter û armanca xwe ne, girêdayî şerê herêma Rojhilata Navîn ya di navbeyna Sûriyeyê, îranê û Iraqê û Tirkiyeyê de jî tevdigere.
Îran û Suriyeyê gelek aşkere ji PKKê daxwaz dikin ku li Tirkiyeyê şerê çekdarî gûr bikin û bi vê stratejiyê li Tirkiyeyê bêîstîkrarî çê bikin.
Loma di vê qonaxê de şerrawestandina PKKê girêdayî biryara Îran û Sûriyeyê ye.
Ocalan jî daxwaz bike jî, PKKê nikare şer rawestîne.
Şerê PKKê Ocalan nikare rawestîne, gelo Şerafeddîn Elçiyê dê çawa bikare rawestîne?
Ev xeyal nebe, koriya siyasî ye û riyakarî ye.
Amed, 12. 09. 2012
Îbrahîım GUÇLU
([email protected])