Polîtîk

Turkiye ji bo şerê bi kê re hazirî dike?

Fîloya Balafirên cengê yên Tirkiyê, li Diyarbekirê hazir bûye. Ev balafir ji Eskişehir, Bandirma û Amasyayê hatine. Jixwe balafirên ku berê li Diyarbekirê di binê fermana qumandarê Hêza Duyemîn a Hewaya Heştemîn Maka Jetan de ne, hertim di hişyariyê de ne.

Balafirên Cegê ku hatine da hêza hewayî ya Diyarbekirê xurttir bikin ev in:

1-    Fîloya Bandırmayê, ji Şeşemîn  Ana Jet Barîgehê, ew balafirên ku bi navê ”Şebşebok” navkirî ne,

2-    Fîloya Amasyayê, ew balafirên bi navê Tunc 151 ku bi navkirî ne.

3-    Fîloya Bandirmayê,  bi navê Akıncî 152 bi navkirî ne,.

4-    Fîloya Eskişehirê bi navê Panter 111 bi navkirî ne.

Gelo ev hewqas balafirên cengê ku li Diyarbekirê hatine hazirkirin, ji bo kê ne? Tiştê kut ê hişê mirov, ev in:

–    Ji bo Sûriyê

–    Ji bo Îranê

–    Ji bo Îraqê

–    Ji bo Rusya

–    Dibe ku ji bo PKKê be?

De  ka em binerin, wê di van du-sê rojên li pêşiya me de eşkere bibe.


Rojevakurd/Diyarbekir

Back to top button