Polîtîk

MÎT li xwe mikur hat

MÎTê (Teşkîlata Îstixbarata Milî) li xwe mikur hat û qebûl kir ku, 6 rojnamevan guhdarî kirine. Di nivîsa ku MÎTê bi dadgehê re şandiye de, di nav de Mehmet Altan jî heye, eşkere dibe ku wana, 6 rojnamevan, ji ber parastina berjewendiyên gel guhdarî kirine.

Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan, di vê mijarê de bertek nîşan da û got, di sala 2009 an vir ve derket holê ku, ez ji aliyê  MÎTê ve hatime guhdarîkirin. Piştî ku belge derketin û eşkere bû MÎTê ez guhdarî kirime, min ji bo vê derheqê MÎTê de gilîyê sucê kir. Di nivîsa ku MÎTê li ser vê bi dadgehê re şandiye de, li xwe mikur hatiye ku, wana, ji ber parastina berjewendiyê gel, ew  jî têde, 6 rojnamevan guhdarî kirine.

Mehmet Altan, li ser ekranên kanala Haberturkê, di bernameya Nebzê Tirkiyê de bûyer eşkere kir. Altan wiha got: “Min doz vekir. Ji dadgehê re nivîsek şandin. Di wir de têlefona min dane dadgehê lê navê min guherandine. Dibejin ev legal e.

Ez mamosteyekî 30 salî me, çi bifikirim ez ê wê bibêjim. Ku derfeta min a nivîsandinê çêbibe jî ez ê binivîsim. Karmendekî dewletê yê ku ez nas nakim, îdia dike ku, guhdarî kirina min de berjewendiya rayagiştî heye. Ez mirovekî li holê me. Ji dagehê re îdia dikine ku, berjewendiya rayagiştî heye û vê bi awakî eşkere diparêze.”

Guhdarîkirina rojnamevanan sala çûnê derketibû holê. Derketibû hol ku, MÎT, ji bo ku destûra rojnamevanan ji dadgehê bistîne, wana wek terorîst nîşan dane û navê wan guherandine. Bi vî awayî destûra guhdarîkirina 6 rojnamevanan ji dadgehê stendine û wana guhdarî kirine.

Rojnamevanên ku hatibûn guhdarîkirin ev in: Mehmet Altan, Ahmet Altan, Yasemîn Çongar, Markar Esayan, Amberîn Zaman û Mehmet Baransu.

Hemû rojnamevanên ku hatibûn guhdarîkirin, gilîyê sucê kiribûn.

Back to top button