"Madalya Azadiyê" dane Mihemmed Elî Clay
Di boksê de navê efsanewî Mihemmed Elî Clay, bi “Madalya Azadiyê” hate xelatkirin. Merasîma xelat dayînê, li Navenda Zagona Bingehîn a Netewî ku li Phîladelphiaye, hate lidarxistin. Mihemmed Elî, bi alîkariyê l ser linga karibû bisekinîya. Elî, ligel Hevjîna xwe Lonnie û keça xwe Laila tevlî merasîmê bû. Li ser navê Mihemmed Elî Clay, hevjîna wî Lonnie axifî. Lonnie anî ziman ku, nîşan dayîna Mihemmed Elî a wek remza azadiyê ew rûmetiyê digre.
Mihemmed Elî, di sala 1981 an de boks berda. Hat ragihandin ku, ji ber xebatên Mihemmed Elî yên wek azadiyên olî,mafên mirovan û alîkariya mirovî ew xelata layîqa wî dîtine.
Madalya Azadiyê, berê jî Serokdewletê Afrîka Başûr yê berê Nelson Mandela, solîstê U2’ê Bono û Serokdewletê Amerîka yê berê Jimmy Carter wergirtibûn.