Polîtîk

Serok pêşwaziya Bernz kir

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî serxweşî kirina li Hikûmeta Emerîka ya bi sedema terorkirina Balyozê wan yê li welatê Lîbya, her du alî rêrewa pêvajoya siyasiya li Iraqê û ew tengasiyê siyasiyên ku dûçarî bûye û her wiha kêşeyên di navbera Herêm û Bexda guftûgo li ser hate kirin û li vî warî de Serok Barzanî dîtin û nêrîna Herêmê ya di derbarê tengasî û çawayiya çareserkirina kêşe û gîr û giriftên di navbera Bexda û Herêmê xisterû.

Cîgirê Wezîra Derveyê Emerîka ji bilî hêvî xwestina çareserkirina kêşe û gîr û giriftan li gor destûr û peymanan, pabendiya welatê xwe ya bi hevkarî û karkirina li gel Herêma Kurdistanê dûpatkir û pêzanîna welatê xwe jî beramber hewlê berdewamiyên Serok Barzanî ya bi navê çareserkirina kêşe û gîr û giriftan û bi xwe girtina beramber bi tevgerên hêza leşkerî li navçeyên veqetandî de ragihand.

Nirxandina pêwendiyên di navbera her du aliyan û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan bi awayekî ku li berjewendiya giştiya her du alî bê û behskirina rewşa navçeyê bi giştî û rewşa Suriye bi taybetî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û li vî warî de dîtin û nêrînên her du aliya wekî yek bûn.

Back to top button